Şêniyên Minbicê: Bibin yek, tolê rakin û dagirkeran têk bibin

Şêniyên bajarê Minbicê li dijî sûcên ku dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne nexasim jin, bi dirûşmeya "Bibin yek, tolê rakin û dagirkeran têk bibin" meşek lidar xist.

Şêniyên Minbicê: Bibin yek, tolê rakin û dagirkeran têk bibin
12 tîrmeh, 2021   11:06
MINBIC

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê li dijî sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne û sûcên li dijî jinan meşek lidar xist. Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê, endamên sazî û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê beşdarî meşê bûn.

Meş ji çerxerêya Mîzan dest pê kir û ber bi çerxerêya Meseb ve dewam kir. Di meşê de dirûşmeyên banga rawestandina sûc û kiriyarên dewleta Tirk li ser herêmê, nexasim li dij jinan hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Meseb veguherî mitîngê. Di mitîngê de daxuyaniyek hate dayîn û ji aliyê yek ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Hela El-Casim ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku para mezin ji van siyaset û planên qirêj a jinan bû, ji ber wê jî heta niha hebûna wê ya fikirî û laşî rastî hemû cûreyên îşkenceya hovane û derexlaqî ji kuştin, revandin û tecawizkirinê tê û wiha hate gotin:"Armanca wan îradeya gelên herêmê têk bibin, aramî û ewlehiya herêmê xira bikin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, têkoşîn û îradeya xurt a jinan dighêje hemû aliyên jiyanê û çiyayên pîroz.

Di dawiya daxuyaniyê de hate ziman ku jinan hêz û îradeya xwe ji fikr û felsefeya rêberê neteweya demokratîk rêber Abdullah Ocalan girtiye ku ew kilîta çareseriya dozên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê ye.

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelên azadîxwaz, bidawî bû.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Hp1L4T2b1lg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>