Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest

Bi sedan şêniyên Dêrik û navçeyên wê îro, sersaxî ji malbata şehîd Rêzan Hesen endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û  welatparêzê Kurd Mihemed Ehmed Elî re li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan re, xwestin.

Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest
11 tîrmeh, 2021   11:52
QAMIŞLO

Li navendê piştî bîranîna şehîdan, Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Sûad Mistefa, bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrikê Meen Ebdulezîz, Kongreya Star Zelfe Bedor û bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk a Dêrikê Mihemed Seîd axaftin hatin kirin. Her wiha keça şehîd Mihemed Ehmed Elî, Şîlan Elî jî axivî.

/ar/uploads/files/2021/07/11/103926_2021-07-11-drk-kone-sersaxiye-e280ab283925658329e280ac-e280abe280ac.webp

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û behsa rola şehîdan di gihandina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûruyê vê qonaxê de, kirin.

Axafitvanan piştrast kir ku ew rêya şehîdan bişopînin û asta têkoşînê bilind bikin heta ku xewen û xeyalên şehîdan pêk bînin û hêrêmên dagirkirî ji dagirkeriya Tirk û çeteyên rizgar bikin.

/ar/uploads/files/2021/07/11/104004_man-abdalazyz.webp

Piştî ku axaftin bidawî bûn, wesîqeta herdu şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ve hat xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gQ_Fp1vwIKw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>