Omer Ocalan: Erdogan êdî nikare gelê Kurd bixapîne

Parlementerê Rihayê Omer Ocalan got ku, “Erdogan xwest li Amedê xwe ji gunehên ku anîne serê Kurdan daweşîne, lê di vê armanca xwe de bi ser neket.” 

Omer Ocalan: Erdogan êdî nikare gelê Kurd bixapîne
11 tîrmeh, 2021   07:30
HABER MERKEZİ- ZANA DENİZ

Parlementerê Amedê Omer Ocalan serdana Erdogan a Amedê de ji ber sucê ku li hember Kurdan kiriye weke hewldana xwe derxistina paqijiyê nirxand û got ku lê di vê armanca xwe de bi serneket.

Ocalan got ku, Erdogan di çerçeweya hilbijartinek pêşwext de hatiye Amedê û got ku, xwest li vir jî peyamê bide hin derdoran û got: “Lê divê bê zanîn ku gelê Kurd bi her awayî reşkirin û krîmînalîzekirina 6 mîlyon hilbijêrên HDP’ê qebûl nake û nayê xapandin.”

YÊ KU PÊVAJOYA ÇARESERİYÊ Bİ DAWÎ KİR ERDOGAN BÛ

Ocalan got ku serê Erdogan pir tevlihev e û îdîayên Erdogan ku digot wan pêvajoya aşitiyê bi dawî nekirine jî nerast e. Ocalan wiha axivî: “Erdogan bi xwe got ku ew nikarin behsa lihevkirinekê bikin. Niha jî îdîa dike ku wî ew pêvajo nedaye sekinandin. Lê diyar e ku êdî pêşeroja xwe dibîne û dixwaze hindek din jî emrê xwe dirêj bike. Ji bo wê jî dixwaze gel bixapîne.”

Omer Ocalan got ku, zimanê ku Erdogan bi kar anî pêvajo bi dawî kiriye û heman zimanî hîn jî bi kar tîne û wiha dewam kir: “ Yê ku HDP’ê tewanbar dike Tevgera Azadiyê jî tewanbar dike. Rexmî ku bi xwe pêvajoya aşitiyê xelas kir, niha jî wekî ku wî bi xwe ev nekiriye diaxive. Ji ber wê jî tu wateya van axaftinên wî nîn in. Nikare sucê wê pêvajoyê biavêje stûyê HDP’ê. Her kes jî vê rastiyê dizane.”

KES Jİ ERDOGAN BAWER NAKE

Omer Ocalan got ku, her kes dizane bê ka Erdogan bi çi armancê çû Amedê û dixwaze çi bike. Ocalan bal kişand ser êrîşên li ser HDP’ê jî û wiha axivî: “ Me li Amedê ji rêjeya ji sedî 62,93 deng girtiye. Lê hevserokên me avêtin zindanan. Meclîsa Şaredariya Amedê belav kiriye û hatiye behsa xizmetên ji bo Amedê dike. Te nehişt ku ji bo Amedê xizmet bê kirin. Ma kî ji te bawer dike. Dîsa parlementerê Amedê girtin xistin zindanê. Gelê wê tu carî vê neheqiyê qebûl nake.” 

Omer Ocalan got ku, “Erdogan dibêje ku, dibe ku hin kes ji partiya me xeyidî bin, lê divê careke din vegerin nava partiyê”, her wiha Ocalan wiha berdewam kir: “AKP di Kurdistanê de şikestinekê dijî. Li paytexta Kurdistan Amedê, we li navçeya Sûrê zindan ava kir. Yê ku Sûr hilweşand jî hûn bûn. Malên ku çêkirine wek sîstema zindanan e. Divê bê zanîn ku êdî axaftinên Erdogan tu kesî bandor nakin. Wê gelê Kurd hesabên tiştên ku ji sala 2015`an heya niha tê jiyîn ji Erdogan bixwaze."

WÊ GELÊ KURD NEYÊ LÎSTOKÊN SÎSTEMÊ

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan bal kişand ser serdanên partiyan ji bo Amedê ku di demên dawî de zêde bûne û ev wek lîstokeke sîstemê nirxand. Ocalan got ku wê gelê Kurd neyê van lîstokan.

Ocalan li ser itîfaqa di navber AKP-MHP’ê de jî, got ku di encama vê itîfaqê de bi sedan ciwanên Kurd hatin qetilkirin. Ocalan, polîtîkaya qayyûman jî wek encama vê itîfaqê nirxand û wiha axivî: “Bahçelî Kurdan weke dijmin dibîne. Erdogan jî her tişt da ber çavan û bi Bahçelî re itîfaq bi pêş xist. Bi vê itîfaqê bi sedan ciwanên Kurd qetil kirin. Wê hesabê vê yekê jî bidin. Wê di encamê de winda bikin. Gelê Kurd bi paradîgmaya neteweya demokratîk jiyana xwe bi rêxistin dike. Lê Erdogan careke din xilasiya xwe di tunekirina gelê Kurd de dibîne. Divê bê zanîn wê bi ser nekeve, ji ber ku ew gelê Kurd wek dijmin dibîne. Ji xwe ev di hemû axaftinên wî de xwe dide der. Ewqas tişt hatin jiyîn, lê ew hatiye li Amedê ji gel re çîrokan dibêje. Li ser rêber Apo tecrîdek girankirî heye. Parêzer û malbat nikarin hevdîtinan bikin. Heya ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, heya ku Erdogan ji gelê Kurd lêborîna xwe nexwaze, wê gelê Kurd tu carî ji çîrokên wî bawer neke. Ji ber ku gelê me di berxwedaniyê de xwedî biryar e. Wê tu carî gav ji vê biryara xwe paş de neavêje. Divê bê zanîn wê sedsala 21`emîn bibe sedsala statûya gelê Kurd û demokratîkkirina Tirkiyê.”

ANHA