Çalakiyên meha çandê li Qamişloiyê dest pê kirin

Çalakiyên "Meha Çand û Hunerê" li bajarê Qamişloyê bi mîhrîcaneke stranan dest pê kirin.

Çalakiyên meha çandê li Qamişloiyê dest pê kirin
Çalakiyên meha çandê li Qamişloiyê dest pê kirin
Çalakiyên meha çandê li Qamişloiyê dest pê kirin
Çalakiyên meha çandê li Qamişloiyê dest pê kirin
Çalakiyên meha çandê li Qamişloiyê dest pê kirin
Çalakiyên meha çandê li Qamişloiyê dest pê kirin
Çalakiyên meha çandê li Qamişloiyê dest pê kirin
Çalakiyên meha çandê li Qamişloiyê dest pê kirin
9 tîrmeh, 2021   20:26
QAMIŞLO

Çalakiyên "Meha Çand û Hunerê" bi diruşma "Bi çand û hunera neteweya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" ji aliyê Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê ve hatiye organîzekirin.

Çalakiyên "Meha Çand û Hunerê" bi mîhrîcaneke stranan li stada Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo û bi amadebûna bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo dest pê kir. Çalakî wê heta 26'ê Tîrmehê dewam bike.

Gelek komên stranan ên girêdayî navenda çand û hunerê berhemên xwe pêşkêş kirin.

/ar/uploads/files/2021/07/09/193555_nsryn-bwtan.webp

Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê Nesrîn Botan axivî û got: "Dijmin bi domdarî çand û hunera gelê Kurd dike armanc, lê bi çand û hunera xwe em ê bersiva van êrişan bidin."

Nesrîn Botan ev li axaftina xwe zêde kir: "Bi van çalakiyên xwe em rê li ber şerê kurd bi kurd bigirin, em nahêlin ku dîrok xiyaneta kurdan li hemberî hev binîvisîne. Li ser vî esasî em ê bi domdarî çalakiyên wiha li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar bixin."

Piştre, Koma Botan a ji bajarê Qamişlo, Koma Zîlan a ji Dirbêsiyê, hunermend Baran Dilbuhar û Sumeya Mihemed stranên foklorî gotin.

Ev çalakî di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê" de hatiye organîzekirin, dê li bajarên Hesekê, Qamişlo, Dirbêsiyê û Dêrikê werin lidarxistin û li her bajarekî 3 rojan dewam bike.

ANHA