Çeteyên dewleta Tirk êrişî gundê Cat ê Minbicê dikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran û navîn êrişî gundê Catê yê bakurê rojhilatê bajarê Minbicê dikin.

Çeteyên dewleta Tirk êrişî gundê Cat ê Minbicê dikin
9 tîrmeh, 2021   20:32
NAVENDA NUÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê got: "Çeteyên Mertala Firatê ya ku piştgiriya xwe ji artêşa Tirk  a dagirker digirin, ji gundê Toxara Biçûk ê bakurê rojhilatê bajarê Minbicê, gundê Catê bi çekên navîn û giran topbaran dikin."

Têkildarî ziyanên topbaranê agahî nehatin bidestxistin.

Topbaran hîna berdewam e.

ANHA