Rûsya gundewarên Idlib û Laziqiyê bombebaran kirin

Balafirên Rûsyayê gundewarên Laziqiyê û Idlibê kirin armanc.

Rûsya gundewarên Idlib û Laziqiyê bombebaran kirin
9 tîrmeh, 2021   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, balafirên şer ên Rûsyayê piştî nîvro deverên Kebanê yên Cebel El-Ekrad ê li gundewarê bakurê Laziqiyê û Hereş Cûzêf ê çiyayê Zawiyê yê dikeve başûrê gundewarê Idlibê kirin armanc.

Li gorî SOHR, agahiyên têkildarî ziyanên mirovî nehatin bidestxistin.

Hêzên hikumeta Şamê vê sibê bi moşekan herêmên El-Qerqor ê Sehil El-Xab ê bakurê rojavayê Hemayê, Erneba, Belyon, El-Mozere, Filêfil, Bênîn ên çiyayê Zawiyê yên gundewarê başûrê Idlibê kirin armanc, di heman demê de balafirên keşfê yên Rûsyayê jî li asîmanê bajarê Idlibê nexasim aliyê başûr geriyan.

(eh)