OXFAM: Di deqeyekê de 11 kes ji birçîna dimirin

Rêxistina li dijî Xizantiyê (Oxfam) got, di her deqeyekê de 11 kes  li cîhanê ji birçîna dimirin û diyar kir ku hejmara kesên ku di mercên mîna birçîbûnê de ne li cîhanê li gorî par 6 qat zêde bûye.

OXFAM: Di deqeyekê de 11 kes ji birçîna dimirin
9 tîrmeh, 2021   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina li dijî Xizantiyê (Oxfam) di raporekê bi navê "Vîrusa birçîbûnê pir dibe" de got, hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê dimirin ji hejmara kesên ji ber vîrusa Covid-19 dimirin zêdetir e.

Di raporê de hate diyarkirin ku li cîhanê 155 milyon mirov di bin xeta hejartiyê de ne û hate gotin ku ev hejmara li gorî par 6 qat zêde bûye .

Oxfam di raporê de wiha lê zêde dike: "Ji ber şerê domdar, bandorên aborî yên ji ber Covid-19 û aloziya avhawayî zêdetirî 520 hezar kes di xeta hejartiyê de ne.. li şûna ku şerê vê nexweşiyê were kirin aliyên bi nakok şerê hev dikin.. di dema belavbûna vê pandemiyê de xerçkirina ser qada leşkerî ya cîhanê 51 milyar dolar zêde kir. Ev miqdareke ku bi kêmî şeş qatî ji ya ku Neteweyên Yekbûyî hewce dike ku birçîbûnê rawestîne ye, derbas dike."