Kesayetê welatparêz Mihemed Xelîl Elî jiyana xwe ji dest da

Kesayetê welatparêz Mihemed Xelîl Elî di encama nexweşiyekê de di temenê xwe yê 79 salî de jiyana xwe ji dest da.

Kesayetê welatparêz Mihemed Xelîl Elî jiyana xwe ji dest da
Kesayetê welatparêz Mihemed Xelîl Elî jiyana xwe ji dest da
Kesayetê welatparêz Mihemed Xelîl Elî jiyana xwe ji dest da
9 tîrmeh, 2021   16:27
ŞEHBA

Kesayetê welatparêz Mihemed Xelîl Elî ji ber nexweşiya kezebê di temenê xwe yê 79 salî de li nexweşxaneya Avrîn a kantona Şehbayê jiyana xwe ji dest da.

Mihemed Xelîl Elî bavê şehîd Welat Hec Xelîl e, sala 1942'yan li gundê Hec Xelîl ê navçeya Raco ji dayik bû û li bajarê Helebê mezin dibe, piştî aloziya Sûriyê careke din li gundê xwe yê li Racoyê vedigere.

Mihemed Elî sala 1982'yan de Tevgera  Azadiya Kurdistanê nas kir û gelek caran bi rêber Abdullah Ocalan re li Sûriyê û Lubnanê re rûnşit. Mihemed Elî di xebatê "Cebhewî" de xebitî û mala wî ji kadroyên tevgerê re vekirî bû. Rêber Ocalan dema li Helebê bû civîn li mala wî li dar xistin.

Kurê Xelîl Mihemed Elî, Welat sala 1995'an di bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Qendîl de şehîd bû.

ANHA