Ciwan Îso: Berpirsyarên sûcên li Serêkaniyê pêk tên Amerîka û Rûsya ne

Endamê Komîteya Amadekar a Komxebata Serêkaniyê Ciwan Îso got civaka navneteweyî, bi taybet Amerîka û Rûsya berpirsên dagirkirina Serêkaniyê û guhetina demografiyê ne.

Ciwan Îso: Berpirsyarên sûcên li Serêkaniyê pêk tên Amerîka û Rûsya ne
9 tîrmeh, 2021   10:37
HESEKÊ

Bi dirûşma “Em ê bimînin û vegerin” îro şêniyên Serêkaniyê komxebatek li dar xist. Di komxebatê de sûcên ku li Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve pêk tên, nîqaş dikin.

Endamê Komîteya Amadekar Ciwan Îso di komxebatê de axivî û behsa azarên şêniyên herêma Serêkaniyê ji ber dagirkerî û koçberiyê kir.

Îso destnîşan kir ku koçberên Serêkaniyê ji ber hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di nava zehmetiyan de ne û gelek azaran dikişînin. Ev dagirkerî bû sedem ku bi hezaran jin û zarok ji axa û malên xwe dûr bikevin.

Îso diyar kir ku tecrûbeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ewlehiya Sûriyê nimûne ye. Her wiha da xuyakirin ku hêzên ku naxwazin istîqrar pêk were, vê tecrûbeyê qebûl nakin di sêrî de dewleta Tirk ku bi hemû rêbazan şerê vê tecrûbeyê dike.

Îso got civaka navneteweyî di sêrî de Amerîka û Rûsya berpirsên sûcên li Serêkaniyê rû didin û guhertina demografiyê ne û wiha pê de çû: “Em bang li dewletên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî ji xwediyên wê re vegerînin. Biryara 2254 a navneteweyî pêk bînin û hemû penaberan bi dabînên navneteweyî û bi çavdêriya NY`yê vegerînin warên wan.”

Îso di dawiyê de got: “Em ê hewl bidin sûcên dagirkeriya Tirk û komên girêdayî wê eşkere û ruswa bikin. Em ê heta bidestxistina mafên xwe û vegera li warên xwe, li ber xwe bidin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ij7q288UmeI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>