Li dijî qetilkirina jinan banga hevgirtinê hate kirin

Bi daxuyaniyên cuda, qetilkirina Eyde El-Seîdo û Aye Mihemed El-Xilêf ji aliyê malbatên wan ve hatin şermzarkirin û li hemberî van sûcan banga hevgirtinê ji jinan hate kirin.

Li dijî qetilkirina jinan banga hevgirtinê hate kirin
Li dijî qetilkirina jinan banga hevgirtinê hate kirin
6 tîrmeh, 2021   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

WEQFA JINÊ

Endama rêveber a Weqfa Jinê ya Tebqayê Meysûn Mihemed daxuyanî xwend û wiha tê de hate gotin:

"Jin di civakên me de hîn mehkûma têgînên bavikslarî û kevneşopiyên paşverû ne ku bandora li rewşa civakî û dirûniya jinan dikin, bûyera ku li Hesekê rû da, şermeke rasteqîn e.

Em bang dikin ku cezayên tund bidin sûcdaran. Her wiha em bang dikin ku tedbîrên pêşîlêgirtin van sûcan bigirin û têkoşîna ji bo dozên jinan aktîf bikin, da ku kedên wan ên di sazî û rêxistinan de bên îsbatkirin, her wiha  ji bo ku ev diyardeyên neyênî werin têkbirin û parastina jinan ji van sûcên hovane bikin.

Me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gaveke serkeftî ya ber bi xurtkirina jinan û aktîfkirina rola wan di civakê de û standina mafên xwe yên rewa de pêk anî. Lê hîna jî li pêş jinan astengî hene, lê belê li pêş têkoşîn û armanca me nabe asteng."

RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL

Endama Odeya Bazirganî ya Tebqayê Rûheyv Dodex bi beşdariya endamên yekitiyên rêxistinên civaka sivîl daxuyaniyek  xwend û wiha got: "Kolana sûrî li ser sûcekî ji sûcên di dîroka mirovahiyê de herî krêt e ku civak hejand şiyar bû."

Rûheyv Dodex diyar kir ku Eyde El-Seîdo bi destê malbatê û bi rêbazên herî hovane hate qetilkirin, tenê guneha wê ew bû ku zewaca ji pismamê xwe red kiriye. Bi vî sûcê  zarokatî, urf û exlaqê civakê qetil kirin.

Rûheyv Dodex bang kir ku divê cezayên tund li sûcdaran werin birin.

CIWANÊN MINBICÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-PvtJWy5Xfg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Tevgera Ciwanên Minbicê bi beşdariya endamên Meclisa Ciwanan, Yekitiya Jinên Ciwan û Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêş avahiya Meclisa Ciwanan hat dayîn û ji hêla Hevserokê Meclisa Ciwanan Ehmed El-Cimêlî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de sûca qetilkirina Eyde bi tundî hat şermezarkirin û bang li rêxistinên mirovan bi taybet mafên zarokan û jinan hate kirin ku destwerdanê bikin û sûcdaran muhasebe bikin.

KONGREYA STAR

Li navçeya Girkê Legê jî bi beşdarbûna bi dehan jinan daxuyaniyek ji aliyê Kongreya Star ve hate dayîn.

Daxuyanî li pêşiya navenda kongreyê ji aliyê Semîra Yûsif ve hate xwendin.

Semîra got, sûca hovane ya ku li dijî zaroka bi navê Eyde El-Seîdo hat kirin, sûcekî dermirovî ye û sînorê zanabûn û têgihîştinê derbas kir.

Semîre Yûsif wiha domand: "Her care ku jinek tê qetilkirin, em tevahî dimirin, ji lew re divê tevahî rêxistinên jinan, navneteweyî û mafên mirovan qatilan muhasebe bikin û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan di tevahî civakan de pêk bînin."

Girêdayî heman mijarê, Kongreya Star a bajarokê Kirêfatî yê girêdayî Til Koçerê daxuyaniyek da, endama rêveber Fatme El-Elî daxuyanî xwend, tê de bang li tevahî jinên cîhanê kir ku li hember sûcên dermirovî yên li dijî jinan bi yek û hevgirtî bin.

(fr)

ANHA