Rojnameyên Erebî: Washington li hemberî serhişkiya Rûsyayê tewîzê dide

Rojnameyên erebî îro der barê vetoya Rûsyayê ya li dijî vekirina deriyê Til Koçer (El-Yarûbiyê), civîna kiralê Urdinê ya bi rêveberiya Amerîkayê re de nivîsandin.

Rojnameyên Erebî: Washington li hemberî serhişkiya Rûsyayê tewîzê dide
9 tîrmeh, 2021   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

`TAWÎZEKE MIROVÎ YA DIN LI BENDA PASWORDA PÛTÎN E`

Der barê kar û barên Sûriyê de rojnameya El-Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden û hevalbendên wê tawîzeke din ji Moskovê re pêşkêş kir, bi hêviya ku serokê Rûsyaê Vladimir Pûtîn îqna bike ku veto li dijî reşpelika biryara navneteweyî ya gihandina alîkariyan bi rêya sînoran bi kar neyne.

Piştî hevdîtina di navbera Biden û Pûtîn de ya di 16`ê Gulanê de li dar ketiye pêşniyar kir ku 3 deriyên sînor ên Bab El-Hewa yê di navbera Tirkiyê û Idlibê de, Bab El-Selam ê di navbera Tirkiyê û gundewarê Helebê de û Yarûbiyê yê di navbera Iraq û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de werin vekirin.

Lê ji bo ku Rûsya mafê vetoyê li dijî vê pêşniyarê bi kar neyne, Washingtonê tawîza yekemîn da û dev ji vekirina Bab El-Selam berda û paşê dev ji yê Yarûbiyê berde bi taybet li gel ku Enqere û Moskov li ser tengavkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev dikin. “

`LI KOŞKA SPÎ SÛRIYE DOSYAYEKE GIRÎNG A AJANDEYÊN KIRALÊ URDINÊ YE`

Têkildarî vê mijarê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Analîzvanên urdinî piştrast kirin ku dosyaya Sûriyê dê bibe mijareke girîng ku kiralê Urdinê Ebdullahê Duyemîn (El-Sanî) di civîna xwe li gel serokê Amerîkayê Joe Biden de nîqaş bike ku tê payîn di 19`ê Tîrmehê de li dar bikeve.

Her wiha analîzvanan diyar kir wê mijarên din mîna makenîzmeya vegerandina Sûriyê ji bo hemêza neteweya erebî nexasim komkara erebî, bandora dosyaya penaberan li ser Urdinê, têkiliyên stratejîk ên di navbera her du welatan de û rêbazên xurtkirina wê di gelek waran de û geşedanên dawîn werin nîşqakirin. “

`ERDOGAN PÊŞEROJA TIRKIYÊ BI AKP`Ê VE GIRÊ DIDE`

Girêdayî mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan pêncşemê dest bi amadekariyên hilbijartinên 2023`yan kir. Li gorî anketekê cara yekemîn li Tirkiyê hilbijêr hevbendiya neteweya muxalif li şûna AKP`ê tercîh dikin.

Erdogan ji endamên xwe re axivî û got: “Beriya hilbijartinên 2023`yan divê em gelek girtekan bigirin û xwe bigihînin hemûya. Nabe em welêt radestî kesên ne li ser rê bikin.

Erdogan hina hewl dide parçebûna partiya xwe restore bike û têkiliyên xwe bi hevalbendiyên welêt re baş bike. “

(şx)