Evîn Siwêd: Divê komxebatên diyalogê li Başûr û derveyî Kurdistanê jî werin lidarxistin

Hevseroka Navenda Lêkolîn û Şêwirên Dîplomatîk Evîn Siwêd da zanîn ku komxebata diyalogê ya têkildarî xetereyên dagirkeriya Tirk ên li ser Kurdistanê, ji bo yekbûna helwesta Kurdî a li dijî  êrişên dewleta Tirk û planên şerê navxweyî pêngaveke erênî ye.

Evîn Siwêd: Divê komxebatên diyalogê li Başûr û derveyî Kurdistanê jî werin lidarxistin
9 tîrmeh, 2021   06:38
NAVENDA NÛÇEYAN-MISTEFA ELO

Duh li Qamişloyê, komxebata diyalogê ya KNK-Rojava ya têkildarî xetereyên dagirkeriya Tirk li ser Kurdistanê û helwesta kurdî, bi dirûşma “Bi yekitiya neteweyî em dagirkeriyê têk bibin û rê li şerê navxweyî bigirin” li dar ket.

Evîn Siwêd li ser komxebata diyalogê ya ku piranî partiyên siyasî, rêxistinên ciwan, jin û meclisên eşîrên Rojavayê Kurdistanê tê de amade bûn axivî

Evîn Siwêd lidarxistina komxebata diyalogê pîroz kir û wiha got: "Ez bi hêvî me ku ev komxebat bibe pêngaveke girîng ji bo berxwedana Kurd a li dijî êrişên dewleta Tirk û planên wê yên derxistina şerê naxweyî.”

Evîn Siwêd wiha domand: "Tê zanîn ku tevahî partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, jin, ciwan û meclisên eşîrên Efrîn, Kobanê û Cizîrê li Qamişloyê kom bûn û tev li komxebata diyalogê bûn. Da ku helwestên şêniyên Rojavayê Kurdistanê li hember xetereyan nîqaş bikin."

Evîn Siwêd wiha gotina xwe berdewam kir: "Ev komxebata diyalogê, pêngaveke baş e ji bo ku çalakiyên mîna vê li Başûrê Kurdistanê û derveyî Kurdistanê li dar kevin. Ji ber li Rojava gel û partiyên wê bi helwesta xwe tê nasîn. Divê li Başûrê Kurdistanê û derveyî welêt jî helwestên mîna vê hebin, da ku fişarê li hêzên siyasî bikin ku şaştiyên dîrokî nekin û bi erkên xwe yên di vê merheleyê de rabin."

‛XETERIYA LI DIJÎ ALIYEKÎ KURDÎ DI HEMAN DEMÊ DE LI DIJÎ HEMÛ KURDAN E`

Têkildarî vê mijarê Evîn Siwêd ev nirxandin kir: "Dema em li ser xetereyên ku gefan li tevahî şêniyên Kurdistanê dixwin, diaxivin yanî em behsa Başûrê Kurdistanê dikin. Heke em behsa xetereya vê rewşê dikin ev nayê wateya ku xetere tenê li Başûr heye lê belê xetere li ser hemû destkeftiyên Kurdan e. Xetereya li dijî aliyekî kurd di heman demê de xetereya li ser Kurdan hemûyan e."

Hevseroka Navenda Lêkolînan û Şêwirên Dîplomatîk Evîn Siwêd bal kişand ser pêwîstiya yekkirina helwesta kurd nexasim li herêmekê ku guhertinên tê de rû didin dê çaranûsa wan di serdema bê de diyar bike û ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Tevahî dizanin ku nexşerêya herêmê li gorî berjewendiyên hêzên hegamon tê guhartin. Li ser vê bingehê hêza gelên vê herêmê dê çawa bandor bikin da ku destkeftiyên xwe biparêzin. Her wiha gelo yekitiya di navbera gelên herêmê de ya bi pêşengiya Kudan dê çawa were avakirin û ji bo gelên Rojhilata Navîn dê bibe hêvî? Em qala Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dikin. Rojane gelê Kurd, xwezaya wî û şûnwarên wî tên hedefgirtin. Helwesta Kurdan a li hemberî wan êrîşên li dijî her çar parçeyên Kurdistanê ku ji aliyên hêzên leşkerî û gel ve tê nîşandan, cihê şanaziyê ye.  Ez dikarim bêjim ku em dikarin rê li pêşiya wan êrşan bigirin, helwesteke bi bandor di vê komxebatê de nîşan bidin ku hemû helwestan bike yek, zelaltir bike û mezintir bike.”

‛DEWLETA TIRK HEWL DIDE KURD BI KURD TESFIYE BIKE’

Têkildarî xetereyên muhtemel ên şerê navxweyî, Evîn Siwêd wiha got: "Di dirêjahiya 10 salan ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê de em bi hemû cureyên êrişên dagirkeriya Tirk re rû û bi rû man. Lê belê îro dewleta Tirk siyaseteke kûrtir bi kar tîne, ew jî bi rêya şerê birakujiyê yr. Lê ev yek li ser gelê Kurd xetereyeke mezin e."

Piştî destpêkirina êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê di 23’yê Nîsana borî de bi çend hefteyan, PDK’ê hêzên xwe yên taybet sewqî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin. Pirî caran hewl da rastiyan berovajî bike û îdia dikir ku HPG’ê êrişî hêzên wê kirin, di hewldanekê de ji bo ku zemîna derxistina şerekî navxweyî amade bike ku berjewendiya dewleta Tirk pêk tîne.

Di vî warî de Evîn wiha li axaftina xwe zêde kir: "Bo nimûne, di dirêjahiya gelek salan de PDK’ê bi zananbûn hêzên xwe sewqaî herêmên gerîla kir, da ku şerekî navxweyî derxe. Weke Kurd divê em dengê xwe li hemberî wan siyasetan bilind bikin. Dijmin ne tenê tunekirina Kurdan armanc dike lê belê plan dike ku Kurd bi Kurd tesfiye bike û destkeftiyên wan têk bibe. Şêniyên Rojavayê Kurdistanê hestiyarî û hesasiyeta vê rewşê dizanin. Dibe ev êriş bandoreke yekser li Başûrê Kurdistanê bikin, lê belê bandorê li Rojava, Şengal û Mexmûrê jî dike."

‛DA KU EM NEBIN QURBANIYÊN VÊ SEDSALÊ, DIVÊ GELÊ KURD DI ROJHILATA NAVÎN DE BIBE PÊŞENGÊ JIYANA HEVBEŞ A AZAD`

Evîn Siwêd da zanîn ku neyekbûna gelê Kurd dê wî bi xetereya qirkirinê re rû bi rû bihêle, mîna di sedsala borî de bûye û wiha pê de çû: "Ji roja destpêkê ya êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê helwesta li Rojava ya li dijî van êrişan zelal û yek bû. Hebûna nûnerên hêzên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, ciwan, jin û meclisên eşîran helwesta gel a li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk û planên wê yên pêkanîna şerê birakujiyê temam kir."

Evîn Siwêd hişyarî da û got: "Da ku em nebin qurbaniyên vê sedsalê, mîna bi Ermen û Cihûyan re di sedsala borî de çêbûye, divê em Kurd pêşengtiya jiyana hevbeş a azad li Rojhilata Navîn bikin."

Hevseroka Navenda Lêkolînan û Şêwirên Dîplomatîk Evîn Siwêd bang li partiyên siyasî û gelê Kurd kir ku li hember kesayetên xizmetî dijmin dikin bisekinin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Hin kesayet hene xizmetî dijmin dikin, mîna çawa li Efrîna dagirkirî bûye. Hin kesên îdia dikin ew siyasetmedar in, tevî ku qirkirina çandî û komkujî li Efrînê çêbûne, dibêjin tu komkujî li Efrînê çênebûn, şêniyan netirsînin, bihêlin bila vegerin warên xwe. Ev kesayet divê dev ji derewan berdin. Divê partiyên siyasî li hember van kesayetan derkevin, ji ber ku nûnertiya berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî dikin."

(fr)

ANHA