Di gera 16`emîn a Astanayê de, berjewendiyên gelê Sûriyê hatin paşguhkirin

Di gera 16`emîn a civînên Astanayê ya di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de, wekî her carê her sê aliyan li ser berjewendiyên xwe li Sûriyê û dijminahiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kir.

Di gera 16`emîn a Astanayê de, berjewendiyên gelê Sûriyê hatin paşguhkirin
8 tîrmeh, 2021   12:37
 NAVENDA NÛÇEYAN

Gera 16`emîn a rêzecivînên Astanayê di navbera her sê aliyên peymanan “Rûsya, Îran, Tirkiyê” de ku rojên 7 û 8`ê Tîrmehê li paytexta Kazaxistanê Nûr Sutan hate lidarxistin bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de behsa daxwazên her sê aliyan hate kirin, bêyî ku behsa azarên gelê Sûriyê û çareserkirina aloziyê bê kirin.

BERJEWNEDIYÊN RÛSYA

Li gorî daxuyaniyê, her sê aliyên peymanan li ser berdewamkirina hevkariyê ji bo tunekirina rêxistinên DAIŞ, Cebhet El-Nusra, Heyet Tehrîr El-Şam, kesayet, rêxistin û aliyên girêdayî El-Qaîde û DAIŞ`ê û rêxistinên din ên di lîsteya terorê de, her wiha li ser misogerkirina parastina sivîlan û binesaziyê li gorî qanûna navneteweyî, li hev kirin.

BERJEWENDIYÊN ÎRANÊ

Di daxuyaniyê de her wiha behsa berjewendiyên Îranê hate kirin, êrişên leşkerî yên Îsraîlê li dijî Sûriyê hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Dewletên garantor êrişên leşkerî yên domdar ên Îsraîlê li dijî Sûriyê şermezar dikin, ku ew êriş qanûna navneteweyî, qanûna mirovî, serweriya Sûriyê û welatên cîran binpê dikin û gefê li îstiqrara herêmê dixwin. Divê sînorek ji wan êrişan re bê danîn.”

BERJEWENDIYÊN TIRKIYÊ

Di daxuyaniyê de behsa berjewendiyên dewleta Tirk li Sûriyê hate kirin û êrişî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin û car din bi “hewldanên cudakeriyê” hate tawanbarkirin. Ev tawanbarî durûtiya Rûsya eşkere dikin. Lavrov di daxuyaniyên xwe yên beriya lidarxistina Astanayê de, piştrast kiribû ku Moskov ji destpêka şerê Sûriyê ve piştgiriyê dide pêkanîna peywendiyên yekser di navbera Kurdan û hikumeta Şamê de.

Her sê aliyan dagirkirina herêmên Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji bîr kirin.

Li gorî daxuyaniyê, dê gera 17`an a Astanayê li Nûr Sultan di dawiya sala 2021`an de bê lidarxistin.

(cx)