'Li hemberî kuştina jinan bibin yek'

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê kuştina Eyde û Aye şermezar kir û bang li hemû jinan kir ku li hemberî tundiya li ser jinan bibin yek.

'Li hemberî kuştina jinan bibin yek'
8 tîrmeh, 2021   11:45
 REQA

Di çarçoveya rêzeçalakiyên li dijî kuştina Eyde El-Seîdo û Ayde El-Xilêf tên lidarxistin de, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi beşdarbûna bi dehan jinan, daxuyaniyek da.

Endama Meclisê Xaliye El-Kecwan daxuyanî xwend û tê de wiha hate gotin:

“Ji destpêka aloziya Sûriyê ve jin parastina xwe, azadî û rûmeta xwe dikin û li hemberî hemû astengî û destdirêjiyan disekinin. Jinan li dijî terora DAIŞ`ê şer kir û ew têk birin.

Ji berê ve û heta niha jin her tim bûne qurbaniyên zihniyeta mêrdestiyê ya li ser wan hatiye ferzkirin. Hikum û qanûnên ne adil ên der heqê jinan de, her wiha urf û adet û bi navê olê jin ji maf û azadiya xwe bêpar hatin hiştin.

Di şert û mercên herî dijwar ên şerê ji beriya 10 salan ve, jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rêwîtiya têkoşînê de bi roleke sereke rabûn û di hemû aliyan de destkeftî û serkeftinên mezin bi dest xistin. Lê ruxmî wê jî hîna jina rastî tundî û kuştinê tên û dibin qurbaniyên urf û adetan.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kuştina Eyde û Aye di bin navê şerefê de, dûrî mirovahiyê, qanûnên ola îslamê û qanûna navneteweyî ye.

Her wiha tundiya li ser jinan hate şermezarkirin û bang li aliyên têkildar hate kirin ku kujeran bigirin û ceza bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li jinan hate kirin ku li dijî tundî û kuştinê xwe bikin yek.

(cx)

ANHA