Qeremûs: Divê li hemberî dagirkeriyê stratejiyek were avakirin

Hevserokê KNK`ê destnîşan kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker Kurdistanê bi xetereyê re rû bi rû maye. Her wiha diyar kir ku divê li hemberî dagirkeriyê stratejiyeke hevbeş bê dayîn û divê hemû xwedî li vê stratejiyê derkevin.

Qeremûs: Divê li hemberî dagirkeriyê stratejiyek were avakirin
8 tîrmeh, 2021   12:05
 QAMIŞLO

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ehmed Qeremûs bi rêya Skype tev li komxebata bi dirûşma "Bi yekitiya nîştimanî em ê dagirkeriyê tune bikin û rê li şerê navxweyî bigirin" bû.

Qeremûs di destpêka axaftina xwe de lidarketina komxebatê pîroz kir û spasiya hemû kesên ku beşdarî komxebatê bûne kir.

Qeremûs destnîşan kir ku komxebat di pêvajoyeke gelek hesas de li dar ketiye ku gelê Kurd rastî êrişên dagirkeriyê tên û diyar kir ku dewleta Tirk bi awayekî hovane êrişî Başûrê Kurdistanê dike û ji gelek salan ve êrişî Rojava dike.

Qeremûs piştrast kir ku dewleta Tirk bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê van êrişan pêk tîne, ji ber wê bang li hemû hêz û civaka Kurdistanê kir ku li hemberî dagirkeriya Tirk bibin yek û li ber xwe bidin. Qeremûs wiha domand: “Divê helwestek hevgirtî bê nîşandan ku hebûna gelê Kurd û Kurdistanê û destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, werin parastin.”

Her wiha Qeremûs da xuyakirin heke rê li pêşiya êrîşên dewleta Tirk neyê girtin, wê Kurdistan bi giştî bi xetereyê re rû bi rû bimîne û bang kir ku stratejiyeke hevbeş a Kurdan were dayîn û divê hemû xwedî li vê stratejiyê derkevin.

Qeremûs anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker heta niha di encama berxwedana destanî ya şervanên azadiyê de tu encamên ber bi çav bi dest nexistine û divê hemû piştgiriya vê berxwedanê bikin.

Hevserokê KNK`ê Ehmed Qeremûs di dawiyê de got: “Ji bilî yekitiya nîştimanî tu vebijark li pêşiya me tune ye ji bo ku em destkeftiyên hatine bidestxistin û vê kongreyê biparêzin. Em hêvî dikin ku hêz, rêxistinên siyasî û sivîl di vî warî de piştgiriya me bikin.”

(şx)

ANHA