Koçberan girtina dergeha Til Koçer ji bo alîkariyên mirovî şermezar kir

Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî yên li kampên Cizîrê dimînin, biryara girtina dergeha Til Koçer ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî, şermezar kir.

Koçberan girtina dergeha Til Koçer ji bo alîkariyên mirovî şermezar kir
8 tîrmeh, 2021   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

QAMIŞLO

Bi sedan koçberên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku li kampa Newroz dimînin, li pêşiya meclisa kampê kom bûn û biryara girtina dergeha Til Koçer ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî, bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê koçberê ji Girê Spî Mihemed Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin:" Em wek koçberên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku li kampa Newroz li Dêrik dimînin, jin, zarok û tevahî çînên civakê ji Kurd û Ereb ji Efrîn, Kobanê, Girê Spî, gundewarên Til Temir, qutkirina alîkariyên mirovahî bi rêya girtina deriyê Til Koçerê li ser koçberan, şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de bang li Meclisê Ewlehiya û rêxistinên hiqûqî yên cîhanî hate kirin ku dergehên sînorî wek dergeha Til Koçerê li pêşiya alîkariyên mirovahî, vebikin.

HESEKÊ

Meclisa kampa Waşokanî jî daxuyaniyek têkildarî mijarê da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew wek koçberên Waşokanî û şêniyên Serêkaniyê û gundewarên wê bi rewşên trajîk ji tevahî aliyên wekî tenduristî, xizmetguzarî û perwerdê û bi taybet piştî girtina dergehên mirovahî wek Til Koçer, rû bi rû dimînin.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî hêzên çalak kir hate kirin ku destwerdan bike da ku dergehên mirovahî ji bo sivikkirina azarên koçberan, vebikin .

Meclisa kampa Serêkaniyê jî daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka meclisa kampê Sozan Hemdan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku dergehên Til Koçer ê sînorî û dergehên din vebikin da ku rêxistinên alîkarî û navnetewyî û rêxistinên mafên mirovan karibin alîkariyên mirovahî derbas bikin.

EL-MEHMÛDLÎ

Koçberên ku li kampa El-Mehmûdlî ya Tebqayê dimînin jî bi daxuyaniyekî bang li civaka navneteweyî kir ku dergehên mirovahî vebikin.

Daxuyanî ji aliyê koçberê bi navê Neşmî El-Rehîl ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew bi navê mirovahiyê destpêkê dixwazin şer û bazirganiya bi pariyê xwarina sivîlan were rawestîn, her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û tevahî rêxistinên ku bi saya wan de dixebite û rêxistinên mafên mirovan ku helwesteke cidî der barê alîkariyên mirovahî bigirin

Di daxuyaniyê de hate gotin:" Em ji kampa El-Mehmûdlî bang dikin ku dergehên sînorî û bi taybet dergeha Til Koçer were vekirin, da ku alîkariyên mirovahî bigihêjin bi hezaran koçberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BlVeNYQRms8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YcpQ3et0bdU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6mlYA3TBOWQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>