Komxebata KNK-Rojava ya têkildarî xeteriyên dagirkeriya Tirk dest pê kir

Beriya çend kêliyan komxebata KNK-Rojava ya têkildarî xeteriyên dagirkeriya Tirk li ser Kurdistanê û helwesta kurdî, bi dirûşmeya “Bi yekitiya neteweyî em ê dagirkeriyê têk bibin û rê li şerê navxweyî bigirin”, dest pê kir.

Komxebata KNK-Rojava ya têkildarî xeteriyên dagirkeriya Tirk dest pê kir
8 tîrmeh, 2021   07:31
QAMIŞLO

Komxebata ku ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê- Rojava ve hatiye birêxistinkirin, piraniya partiyên kurdî yên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêxistinên civakî, sivîl, rêxistinên jin û ciwanan beşdarê bûne.

Her wiha wê ji Desteya Şêwirmendiyê ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê - Sûriyê PDK-S Mihemed Hac Eyûb û mêvanên ji Heleb, Şehba û Kobanê jî beşdarî komxebatê bibin.

Komxebat li ser du beşên sereke tê birêxistinkirin; A yekemîn xeteriyên dagirkeriya Tirk li ser Kurdistanê di aliyê dîrokî de. Sekerterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDKS) Cemal Şêx Baqî û endama rêveberiya desteya rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesaf wê vê beşî bi rêve dibin. Beşê duyemîn jî têkildarî helwesta kurdî di vê qonaxê de ye. Ev beş ji aliyê endama Desteya hevserokatiyê ya PYD`ê Foza Yûsif û parêzer Fadil Mûsa ve dê were birêvebirin.

Li gorî komîteya amadekar, tê payîn ku komxebat bi gelek pêşniyaran bi dawî bibe û dê pêşkêşî hêzên kurdistanî bên kirin.

(cx)

ANHA