Rojnameyên erebî: Astana vê carê girîngiyê dide mijara dergehan

Rojnameyên erebî yên îro behsa civînên Astana yên têkildarî rewşa Sûriyê, êrişa li dijî baregeha Eyn El-Esed û şandina çeteyên Sûriyê bo Efganistanê kir.

Rojnameyên erebî: Astana vê carê girîngiyê dide mijara dergehan
8 tîrmeh, 2021   08:27
 NAVENDA NÛÇEYAN

DOZÊN CEZA Û ALÎKARIYAN MIJARÊN NÎQAŞÊN ÊN GERA ASTANA 16 BÛN

Rojnameya Şerq El-Ewsat di hejmara xwe ya îro de têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Rûsya di danûstandinên destpêkê yên gera nû ya civînên Astanayê de girîngî da dozên alîkariyên mirovî û rewşa aborî û jiyanî li Sûriyê. Nûnerê serokê Sûriyê yê taybet bi Sûriyê Alexander Lavrentiev got Rûsya dixwaze mekanîzmeya gihandina alîkariyan bi rêya sînorê Sûriyê bê rawestandin û dauxyand ku divê alîkarî bi rêya Şamê bigihêjin hemû herêman.

Çavkaniyên ragihandinê yên Rûsyayê gotin  dewleta Tirk Rûsya agahdar kiriye ku ew vekirina dergeha Yerûbiyê yê bi Iraqê re red dike. Tê zanîn ku Enqera ji aliyekî din ve girtina dergeha Bab El-Hewa jî red dike. Çavkanî pêşbîn dikin ku piştre derbarê destûrdayîna vekirina dergeha Bab El-Hewa heta 6 mehan an saleke din, bigihêjin mekanîzmeyekê. Ew yek li hemberî rakirina cezayan ji ser hin şîrketên rûsî da ku karibin li rojhilatê Firatê kar bikin.”

Di doza siyasî de jî mijara diyalogên komîteya destûrê hate nîqaşkirin. Têkildarî rewşa li ser erdê jî Lavrentiev  wiha got: “Rewşa li ser erdê me dixe nava fikaran. Bi taybetî li herêma bêçek a Idlibê. Em ê vê mijarê girîng a avakirina diyalogê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikumeta Şamê de nîqaş bikin.

Lavrentiev her wiha behsa rewşa herêma Tenef a başûrê Sûriyê kir û destnîşan kir ku hîna hejmareke mezin a çeteyan heye ku li başûr, başûr rojhilat û başûr rojavayê Sûriyê îstiqrarê têk dibin.

Tora “Sputnîk” a Rûsyayê jî li gorî çavkaniyekî ji şandeya opozîsyonê ragihand ku di vê civînê de dê vekişandina beşî ya hêzên artêşa Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê ji hin herêmên rojavayê Idlibê û gundewarê beravên Sûriyê, bê nîqaşkirin.”

 ÊRIŞA MOŞEKAN A LI DIJÎ BAREGEHEK HÊZÊN AMERÎKA LI IRAQÊ

Rojnameya El-Beyan jî behsa hedefgirtina baregeha Eyn El-Esed a Iraqê kir û wiha nivîsî: “Rayedarên Amerîkî gotin duh herî kêm 14 moşek li baregeha Eyn El-Esed a hewayî ya rojavayê Iraqê ketine, ku tê de hêzên amerîkî û navneteweyî hene. Di êrişê de 2 leşkerên Amerîkayê birîndar bûn.

Fermandarên artêşa Iraqê jî gotin êrişên bi moşekan û balafirên bêpîlot li dijî baregehên Amerîkayê di demên dawîn de zêde bûne.”

TIRKIYE PLAN DIKE KU ÇETEYÊN SÛRÎ BIŞÎNE EFGANISTANÊ

Têkildarî şandina çeteyên sûrî bo Efganistanî jî, rojnameya El-Ereb wiha got: “Piştî vekişîna hêzên Amerîka û hêzên biyanî ji balafirehgeha Kabûl a navneteweyî, Enqera hewl dide çeteyên sûrî bişîne wê derê.

Dewleta Tirk vê carê bi rêbazekî din dixwaze çeteyan bişîne Efganistanê. Ew hewl dide raya giştî ya navneteweyî bixapîne û xwe ji rexneyan dûr bixe, ji lew re ew hevpeymanên fermî ji çeteyên sûrî re amade dike û wan wekî endamên ewlekariyê yên girêdayî şîrketên taybet ên nobetdariyê nîşan dide.”

(cx)