‛Piştî rewakirina dagirkeriya Tirk, gelo dê îradeya hikumeta Başûr bimîne?’

Netewî Xemgîn got armanca êrişa dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê lawazkirina feraseta azadiyê û tunekirina destkeftiyên gelê Kurd e. Netewî ev pirs kir, “Heke hikumeta Başûr hebûna dagirkeriya Tirk li herêmê rewa kir, gelo dê îradeya wê bimîne?”

‛Piştî rewakirina dagirkeriya Tirk, gelo dê îradeya hikumeta Başûr bimîne?’
8 tîrmeh, 2021   08:25
LUBNAN

Ji beriya zêdetirî 3 mehan ve artêşa Tirk a dagirker êrişeke berfireh li ser çiyayên Avaşîn, Zap û Metîna yên Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Li hemberî êrişan hikumetên Iraqê û Başûrê Kuridstanê xwe bê deng kirine.

Endama Koordînasyona Kongreya Star li Lubnanê Netewî Xemgîn got Partiya Demokrat a Kurdistanê ji 1992`yan ve bi artêşa Tirk a dagirker re li ser dagirkirina herêmê li hev kiriye, ji ber wê êrişa artêşa Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê “ne nû ye.”

Netewî Xemgîn wiha axaftina xwe berdewam kir: “Divê em zanibin çima dewleta Tirk dixwaze bi êrişa xwe ya ji 23`yê Nîsanê ve Başûrê Kurdistanê dagir bike? Ji ber ku bajarên Başûrê Kurdistanê bi çand, hêz û pirrengiya pêkhateyên xwe dewlemend in. Ji ber wê dewleta Tirk hewl dide destkeftiyên gel tune bike.”

Netewî Xemgîn îşaret bi wê yekê kir ku armanca dewleta Tirk ji avakirina baregehên leşkerî li xaka Başûrê Kurdistanê, anîna çeteyên ji Sûriyê ye wekî ku li Efrînê bûye û lawazkirina feraseta azadî û berxwedanê ye û wiha domand: “Ev yek hem li ser Iraqê, hem jî li ser Başûrê Kurdistanê pir xeter e.”

Netewî dibêje ku êrişên bi çekên giran û qedexekirî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên bi bihaneya şerê PKK`ê, ne tenê êrişa li dijî gerîla ye û wiha lê zêde kir: “Lê belê êriş li dijî gelê Kurd, neteweya demokratîk, nasnameya kurdî û biratiya gelan e.”

‛ÎRADEYA HERÊMA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI KU MA?’

Netewî Xemgîn bûyerên 2013`yan bi bîr xistin û got: “Wê demê dewleta Tirk planên xwe li dijî Başûrê Kurdistanê zêde kirin û aliyên başûrî parçe kirin. Ji lew re, em îro baregehên leşkerî yên Tirkiyê li Başûr dibînin. Her wiha bi sedan ajan li wir hatine bicihkirin. Divê di vir de em pirs bikin, bi hebûna baregehên îstixbarata Tirkiyê re gelo wekî hikumet, meclis û rêxistin li Başûrê Kurdistanê wê tu îradeya wan bimîne?

Netewî daxuyand ku PDK`ê bi bêdengiya xwe destekê dide projeya dewleta Tirk û hebûna wê li Rojhilata Navîn rewa dike û wiha lê zêde kir: “Heke PDK`ê û hikumeta Iraqê li dijî Tirkiyê bisekinin û partiyên siyasî li gorî berjewendiyên azadiyê û biratiya gelan nêrînên xwe bikin, helbet dê dewleta Tirk nikaribe Başûrê Kurdistanê dagir bike.”

‛PARASTINA BAŞÛR BERPIRSIYARIYA HIKUMETA IRAQÊ Û HIKUMETA BŞAÛRÊ KURDISTANÊ YE’

Netewî Xemgîn bang li PDK`ê kir ku bi pey dewleta Tirk nekeve û got: “Ji ber dîrok efû nake. Ger şerekî hundirîn derkeve, dê gel wê yekê qebûl neke.”

Netewî di dewama nirxandina xwe de got: “Ev xaka Kurdistanê ye, mafê her kesî heye li ser jiyan bike. Dema em dibêjin Kurdistan, em ne tenê behsa gelê Kurd dikin, lê belê em behsa gelên Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen dikin. Başûrê Kurdistanê gelek pêkhateyan hembêz dike.”

Netewî Xemgîn pesna berxwedana gerîla li hemberî dagirkeriya Tirk da û got: “Gerîla ne tenê parastina Başûrê Kurdistanê dike, lê belê xaka Iraqê, mirovahiyê û Rojhilata Navîn diparêze. Heke gerîla ne li Başûrê Kurdistanê bûya, dê çarenûsa Başûr jî wekî çarenûsa Efrînê bûya. Parastina xaka Başûr dikeve ser milê hikumeta Iraqê û herêma Kurdistanê jî.”

‛REVANDINA NÛNERAN DIJMINAHIYÊ DI NAVBERA KURDAN DE DERDIXE’

Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her du endamên têkiliyên Partiya Yekitiya Demokratîk ji 10`ê Hezîrana borî ve revdandine. Ruxmî daxwazên serbestberdana wan jî, lê heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Netewî di vê derbarê de got: “Revandina kesayet û nûnerên li Hewlêrê guman û pirsan derdixe, çima hatin binçavkirin? Sûcên ku pêk anînbûn çi ye? Ev kiryar dê dijminahî û şer di navbera Kurdan de derxe. Dewleta Tirk jî vê yekê dixwaze. Divê yekser bên berdan.”

Netewî Xemgîn bang li gelê Kurd, rewşenbîr, partiyên siyasî û jinan kir ku li hemberî êriş û planên dagirkeriya Tirk bisekinin û destkeftiyên xwe biparêzin, kongreya neteweyî li dar bixin û ji bo aştî, biratî, welat û gel kar bikin.

(cx)

ANHA