Di Hefteya Çandî de xwarinên gelêrî hatin pêşendan

Di Hefteya Çandî de jinên Dêrikê gelek xwarinên gelêrî çêkirin. Her wiha beşdarên çalakiyê xwarin û çand û kultra kurdî dan nasîn.

Di Hefteya Çandî de xwarinên gelêrî hatin pêşendan
Di Hefteya Çandî de xwarinên gelêrî hatin pêşendan
Di Hefteya Çandî de xwarinên gelêrî hatin pêşendan
7 tîrmeh, 2021   14:32
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Hefteya Çandî ji aliyê Kevana Zêrîn ve bi koordîneya Navena Dîcle ya Çand û Hunerê bi dirûşma “Bi çanda Kevana Zêrîn û hunera şerê gelê şoreşger em ê dagirkeriyê tune bikin”, li bajarê Dêrikê yê kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê li dar ket. Pêkhateyên herêma Dêrikê îro xwarinên gelêrî, cil û bergên gelêrî û yên kurdî yên herêma Dêrikê pêşendan.

Di roja yekemîn a Hefteya Çandî de li rex komîteyên çand û hunerê yên tev li Hefteya Çandî bûne, gelek pêkhateyên herêma Dêrikê tê de beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2021/07/07/133533_fatmh-hsyn.webp

Îro xwarinên gelêrî ji aliyên jinan ve hatin çêkirin û hatin pêşendan. Der barê mijarê de Fatme Izedîn Hisên a ji şêniyên Dêrikê got: “Em armanc dikin ku çand, kultura herêma xwe bi taybet cil û bergên kurdî û xwarinên taybet ên herêma Dêrikê pêşkêş bikin. Gelek xwarinên kurdî yên ku Dêrik pê tê naskirin hene.“

Fatme wiha domand: “Jin roleke mezin di parastina çand, kultur û ziman de dilîze. Heta niha ew parastin û veguhastin nifşên din. Hemleya me berdewam e da ku kultur, çand, cil û bergên kurdî û xwarinên kurdî yên navdar bidin nasandin.“

Her wiha Fatme got wan beriya destpêkirina Hefteya Çandî xwarin hazir kirin da ku xwarinê li mêvanan û beşdarên wê belav bikin.

Fatme navên gelek xwarinên ku hazir dikin bi bîr xistin di nav de Kutlik, Dana Mezin, Dolme, Meyir, Şilik Dana Xav.

Di dawiyê de Fatme dest nîşan kir ku ji vê yekê armanc dikin ku xwarinên gelêrî bidin nasnadin û derbasî nifşên din bikin da ku çanda xwe nas bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ga22L-M-0SI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>