Di encama topbarana li dijî Eyn Esedê de 3 kes birîndar bûn

Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî Wain Maroto ragihand ku di encama topbarana li dijî baregeha Eyn Esedê de 3 kes birîndar bûn. Her wiha komek ku navê wê Lîwa Saêr El-Muhendis e got ew berpirsa êrişa 30 moşekan e.

Di encama topbarana li dijî Eyn Esedê de 3 kes birîndar bûn
7 tîrmeh, 2021   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Koalîsyona Navnetewyî Wain Maroto li ser twitterê diyar kir ku seat di 12:30'an de baergeh û derdora wê hat topbarankirin.

Maroto piştrast kir ku tedbîrên parastinê hatin aktîfkirin û ji ber topbaranê 3 kes bi sivikî birîndar bûn.

Komeke çekdar ku navê xwe `Lîwa Sair El-Mihendis e` êrişa li dijî baregehê xist stûyê xwe û di daxuyaniyekê de ku li ser kenala xwe ya telegrams weşandiye wiha got:" Çeteyên me seat di 12:30`an de baregeha Eyn Esedê ya El-Enbarê ku dagirkeriya Amerîkayê tê de dimîne bi 30 moşkan topbaran kirin."

Şaneya Çapmeniyê ya Ewlehiya Iraqê duşema borî ragihand ku hêzên ewlehiyê der barê ketina 3 moşekan li baregeha Eyn Esed a hewayî de lêpirsînek vekir. Li aliyekî din erebeyek li ayeleta Hît hat dîtin ku ji ser moşek hatin avêtin.

 (dm)