Parêzeran ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku karibin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Parêzeran ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serlêdan kir
7 tîrmeh, 2021   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Ibrahîm Bîlmez, Nevroz Uysal û Serbay Koklu ji bo ku miwekîlê xwe bibİînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Rêber Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê li gel birayê xwe axivîbû û axaftina telefonê hatibû birîn.

Rêber Abdullah Ocalan piştî 8 salan cara pêşî 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an bi parêzerên xwe re hev dîtibû. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û wir ve hemû serlêdan bêbersiv hatin hiştin.