Ciwanên Minbicê: Em ê bi hêzên xwe re gel biparêzin

Tevgera Ciwanan li Minbicê daxuyaniyek da û tê de berdewamiya êrişên dewleta Tirk li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên hêzên dagirker li dijî sivîlan li herêmên dagirkirî şermezar kir.

Ciwanên Minbicê: Em ê bi hêzên xwe re gel biparêzin
7 tîrmeh, 2021   10:11
MINBIC

Hevseroka Tevgera Ciwanên Şereşger a Sûriyê li Minbic û gundewarên wê Hedîl El-Hec Casim daxuyanî bi amadebûna gelek endam û rêveberiyên tevgerê û Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê, li parka Yekitiya Werzîşê xwend.

Di daxuyaniyê êrişên dewleta Tirk li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet Minbicê û Başûrê Kurdistanê, Avaşîn, Zap, Metîna û kampa Mexmûrê hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji destpêka rizgariya Minbicê ji aliyê Meclisa Leşkerîç ya Minbicê ve, dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Minbicê dike hedef da ku şêniyên wê bitirsîne, koçber bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin:" Em wek Tevgera Ciwanên Şereşger dê asta têkoşîna şoreşgerî li dijî her êrişekî ku rûmet û azadiya gel dike armanc, bilind bikin û em ê destkeftiyên şehîdên qehreman biparêzin. Her wiha em wek Tevgera Ciwanên Şereşger a Minbic û gundewarên wê tev li hemleya 'Werin Cenga Azadiyê' dibin û li kêlek Hêzên leşkerî disekinin da ku şêniyên xwe biparêzin."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kEAM3RdxcO0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>