'Dewleta Tirk siyaseteke hovane ya înkarkirina rola jinan dimeşîne'

Siyasetmedar û hiqûqnasên ji Helebê diyar kirin ku dewleta Tirk siyaseteke hovane ya înkarkirina rola jinan dimeşîne.

'Dewleta Tirk siyaseteke hovane ya înkarkirina rola jinan dimeşîne'
7 tîrmeh, 2021   07:56
HELEB-MIHEMED EBDO

Lihevkirina Stenbolê ya 2001`an li mezintirîn bajarên Tirkiyê hatiye îmzekirin, şîdeta malbatên qedexe dike, sûcdarên wê ceza dike û wekheviyê xurtir dike.

Lê dewleta Tirk di 1`ê Tîrmehê de bi awayekî fermî ji vê lihevkirinê vekişî.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Yekitiya Ewropayê (YE) vekişîna dewleta Tirk a ji lihevkirinê re şermezar kir. Her wiha bi hezaran jin li gelek bajarên Tirkiyê daketin qadan û biryara dewleta Tirk a vekişîna ji lihevkirina Stenbolê anku lihevkirina têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan protesto kir.

Girêdayî mijarê û encamên vekişînê çalakvanên warê mafên jinan ji ajansa me re axivîn.

`ERDOGAN BI RÊYA VEKIŞÎNÊ XWEST ALÎGIRÊN XWE RAZÎ BIKE`

Endama Komîteya Qanûnî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Nûr Hisên got: “Dewleta Tirk ruxmî ku gelek xwepêşendan li dijî biryara vekişînê derketin û tevî ku rêxistinên mirovî yên çalak ev gav red kir, lê li ser biryara xwe bi israr bû û ji lihevkirinê vekişiya.”

Nûr destnîşan kir ku serokkomarê dewleta Tirk Erdogan bi rêya vekişînê dixwaze daxwazên alîgirên xwe yên olî yên li welêt bîne cih. Her wiha Nûr diyar kir ku dadgera Tirk a ku aliyê desthilatê digire, bêdeng ma ji ber ku li gorî destûra welêt pêkanîna lihevkirinên navneteweyî yan jî betalkirina wê bi destê serokkomarê welêt e. 

`SÛCÊN ŞÎDETÊ YÊN LI TIRKIYÊ, LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ JÎ RÛ DIDIN`

Rêjeya kuştina jnan li Tirkiye bilind bû. Komeke çavdêr a têkildar diyar kir ku di 5 salên dawîn de rojane jinek tê kuştin.

Nûr wiha domand: “Ez ecêb namînim ku dewleta Tirk ji lihevkirinê vekişî ji ber ku di dema pêkhatina lihevkirinekê de jî rêjeya kuştina jinan û şîdet rojane zêdetir dibûn. Heta sûcên şîdetê yên Tirk li herêmên dagirkirî jî mîna Efrînê pêk hatin. Ev yek bi belge û raporan hatiye piştrastkirin ku jin ji aliyê milîsên terorîst ve rastî îşkenceyê hatine, hatine kuştin û revandin û heta bi zorê hatine zewicandin.”

Nûr da xuyakirin ku ew sûcên li herêmên dagirkirî bandor li derûniya jinan û bedena wê kiriye ku di encamê de rêjeya xwekuştinê zêde bûye.

Endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hena Xelîl jî got diyardeya şîdeta li dijî jinan rêbaza herî hovane ya binpêkirina mafên jinan e û piştrast kir ku ji bo rawestandina mîna van sûcan ên li dijî jinan divê bi lez û bi awayekî cidî xebat bê meşandin.

Her wiha Hena Xelîl anî ziman ku mirov gihaştiye serdema 21`an lê hîna fikirên cahîliyetê yên dan û standina bi jinan re diparêze û mafên wê binpê dike.

Nûr got: “Hikumeta Tirk berpirsa kuştin û îşkencekirina bi sed hezaran jinan e çi li Tirkiyê yan jî li herêmên dagirkirî yên li Sûriyê.”

`DENIZ POYRAZ ŞEHÎDA HOVÎTIYÊ Û ÎNKARKIRINA ROLA JINAN E`

Hena bal kişand ser siyaseta hikumeta Tirk ku ji aliyê AKP`ê tê birêvebirin û got: “Ev hikumet li hemberî sûcên li dijî jinan têne kirin, bêdeng dimîne. Ev yek hovîtiya wê û paşguhkirina rola jinan di tevahiya waran de xuya dike.”

Hena di nav gotinên xwe de bûyera hedefgirtina çalakvana siyasî Deniz Poyraz bi bîr xist û ev tişt got: “Ew kesayeteke siyasî û jineke azad û xwedî vîneke xurt e. Dewleta Tirk hewl dide rola jinan sînordar bike yan jî bi dawî bike. Isbata wê jî heta niha hesab ji kujerên Denizê nehatiye xwestin.”

Nûnera  Meclisa Mafên Mirovan a Ewropayê Donga Mijatovic vê mehê nameyek ji bo wezîrên kar û barên hundir û edlê yên Tirk re şand û tê de metirsiyên xwe yên ji ber biryara vekişîna ji lihevkirinê rave kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Gqnmur530uc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>