​​​​​​​Şêniyên Kobanê: Qirêjbûna ava Firatê jiyana me dixe xeteriyê

Li rojavayê gundewarê kobanê li gorî mehên derbasbûyî hejmara bûyerên jehrîbûnê yên ji ber ava qirêj zêde bûye. Bi taybetî piştî bilindbûna pileyên germahiyê, şênî bi karesatan re rû bi rû ne.

​​​​​​​Şêniyên Kobanê: Qirêjbûna ava Firatê jiyana me dixe xeteriyê
7 tîrmeh, 2021   03:04
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Dewleta Tirk ev 5 meh in ava çemê Firatê li ser herêmê biriye. Ji ber wê ava çemê kêm bû û di encamê de qirêj bû. Her wiha ji ber gemarbûna avê û ji ber ku şênî ava vexwarinê yekser ji çemê Firatê peyda dikin, gelek rewşên jehrbûnê derketin.

`AVA BÎRAN ŞÛR E Û AVA ÇEMÊ GEMAR E`

Şêniyê bi navê Mihemed Faris ê ji gundê El-Cede yê başûr rojavayê Kobanê ji ber ava çemê bi jehrî bûye û niha li navenda tenduristî ya Qinayê tê dermankirin, ji ajansa me re got: "Êdî jiyana me di nava xetereyê de ye. Ji ber ava gemar me gelek zirar dît, mîdeya me li hev dikeve, em vedirşin ji ber ku tê de kurmik hene. Em nikarin ava bîran jî vexwin ji ber ku şûr e. Em hêvî dikin ku ava çemê Firatê careke din biherike da ku ji vê kerasetê xilas bibin.”

Bijîşk û Gerînendetiya navenda tenduristiyê ya navçeya QinayêUmer Feyad der barê mijarê de wiha axivî:"Her sal vê demê şênî bi jehrî dikevin. Lê îsal ev diyarde zêde bûye. Ji ber ava bîrên herêmê şûr e, şênî ji çemê Firatê ava vedixwin ku ji ber birîna avê ji aliyê dewleta Tirk ve qirêj bûye.”

Feyad wiha domand: “Çareseriya yekane, paqijkirina avê bi rêya kilorê ye, eger ev yek pêk nehat bûyerên jehrîbûnê di rojên bê de wê zêdetir bibin. Ji ber ku di vê mehê de hejmara bûyerên jehrîbûnê ji meha derbasbûyî zêdetir e. Şênî jî nikarin ava bîran vexwin ji ber ku gelek şûr e.”

SEDEMÊN JEHRÎBÛNÊ

Gelek sedemên vê diyardeyê hene, yek jê çiravên ku ji ber kêmbûna ava çemê Firatê çêdibin. Ya din kehrebe ye ku ji ber kêmbûna ava çemê Firatê kêm bûye û di encamê de şênî nikarin xwarinê di sarincan de biparêzin ji ber wê xwarin telef dibe û şênî bi jehrî dikevin. Sedema sêyemîn jî xwezaya herêmê ye ku herêmeke çandiniyê ye û ji ber kêmbûna ava çemê Firatê îsal gelek paşde çûye.

Omer Feyad bang li şêniyan kir ku bi awayekî yekser avê ji çemê venexwin ji ber ku li ser jiyana wan xetere ye û Zêde xwarinê çênekin tenê têra rojekê çêkin ji bo ku xwarina zêde telef nebe û zirarê negihîne wan.

Her wiha Feyad bang li rêxistinên hiqûqî kir ku mudaxele bikin da ku ava çemê Firatê careke din biherike ji ber ku jiyana bi hezaran sivîlan ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker di nava xetereyê de ye.

Li gorî daneyên navenda tenduristiyê ya navçaya Qinayê di vê mehê de 350 kes bi jehrê ketin û 250 kes jî bi zikçûnê ketine. Di meha Gulanê de 300 kes bi jehrê ketin û 270 kes jî bi zikçûnê ketin. Her wiha di meha Hezîranê de 400 kes bi jehrê ketin û 325 kes jî bi zikçûnê ketin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CNCN5ebRa1o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>