Malbatên girtiyên azadiyê: Divê her kes bibe dengê çalakvanên greva birçîbûnê

Malbatên girtiyên azadiyê yên ji Rojava ji bo xwedîderketina li berxwedana greva birçîbûnê bang kir û diyar kir ku ev yek berpirsyariya her kesî ye.

Malbatên girtiyên azadiyê: Divê her kes bibe dengê çalakvanên greva birçîbûnê
7 tîrmeh, 2021   04:28
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENÎZ

Greva birçîbûnê ya li dijî polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan ev 7 meh û nîv e li girtîgehên Tirkiyê didome.

Greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a bi pêşengiya girtiyên PKK û PAJK'î, ji aliyê koma 45'an ve ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku 22 sal e li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê dîl tê girtin û ji bo protestokirina binpêkirinên mafan, tê meşandin.

Malbatên Menaf Osman û Îdrîs Hesen Sinco ku di zindanên Tirkiyê de dest bi greva birçîbûnê kiriye, diyar kiri ku xwedîderketina li berxwedana girtiyan berpirsyariya her kesî ye û destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide tolê ji gelê Kurd hilîne.

Yek ji girtiyên ku tev li berxwedana greva birçîbûnê bûye Menaf Osman e ku li Girtîgeha Akhîsarê ya Manîsayê tê girtin, ku di sala 1993'an de hate girtin û cezayê muebbedê lê hate birîn. Birayê wî Nisredîn Osman diyar kir ku Menaf Osman û hevalên wî bi bedenên xwe di zindanan de li hemberî zilmê tê dikoşin û got: “Fikrên rêber Abdullah Ocalan bandorê li cîhanê dikin. Li hemberî vê yekê dewleta Tirk bi gurkirina tecrîda li ser rêber Ocalan tola xwe ji gel û civaka Kurd hiltîne. Girtiyên li girtîgehên Tirkiyê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne û berxwedaneke mezin dimeşînin."

Nisredîn Osman da xuyakirin ku girtiyan bi berxwedana xwe nîşan da ku ew ê zordariyê qebûl nekin û wiha pê de çû: "Hevalê Menaf Osman û hevalên din ên pê re, li dijî zextên bi vî rengî dest bi greva birçîbûnê kir. Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî hê jî li pêşberî vê berxwedana girtiyan bê deng in. Em vê bêdengiyê qebûl nakin. Em dixwazin daxwazên çalakvanên greva birçîbûnê bibînin."

'TECRÎD LI PÊŞ ÇAVÊN CÎHANÊ DIDOME'

Nisredîn Osman anî ziman ku birayê wî Menaf Osman û girtiyên din rastî zextên giran tên û diyar kir ku birayê wî heta niha gelek caran sirgûnî girtîgehên cuda hatiye kirin û got:  "Bi qasî 6 caran sirgûnî girtîgehên cuda hat kirin. Gelek caran nehiştin ku biçe nexweşxaneyê. Dema ku ev hemû dihate kirin, me serî li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî da. Lê belê tevî vê yekê jî me tu bersiv negirt. Em matmayî ne ku hêzên navneteweyî li hemberî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bê deng in, di demekeê ku nîqaşa dewleta Tirk bikeve Yekitiya Ewropayê tê kirin. Divê her kes li ber çavên Ewropayê li dijî vê îşkenceya tecrîdê çalakiyan li dar bixe."

Osman destnîşan kir ku hemû muxalîfên  li Tirkiyê dengê xwe bilind dikin, têne girtin û diyar kir ku li Tirkiyê pergaleke faşîst heye û wiha dewam kir: "AKP’ê gelek siyasetmedar girtin. Denîz Poyraz di çarçoveya polîtîkayên AKP'ê de li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin. Ev êriş bi sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê tê domandin û girêdayî wê ye."

'ÇALAKIYA ME DÊ HETA BIDAWÎBÛNA TECRÎDÊ BIDOME'

Nisredîn Osman got Menaf Osman li ser telefonê ji wan re wiha gotiye: "Ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Apo û bidawîkirina zext û binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan, em di greva birçîbûnê de ne. Bi sîstema tecrîdê dixwazin me ji Rêbertiya me dûr bikin. Gelê Kurd û em ê fikrên Rêbertiya xwe li her derê bidin jiyandin. Heta ku daxwazên me bên qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe, em ê çalakiya xwe bi rêyên alternatîf bidomînin."

Nisredîn Osman got: "Em malbat, vê zexta li girtîgehan tu carî qebûl nakin. Ev binpêkirina mafên mirovan e. Heta ku tecrîda li ser rêber Apo were rakirin em ê piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan bidomînin."

'TECRÎD Û ŞERÊ TAYBET BI HEV RE DIMEŞÎNIN'

Îdrîs Hesen Sinco ku di sala 1996’an de li Meletiyê hat girtin û ji aliyê dadgehê ve cezayê muebbedê lê hat birîn, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Elbistanê tê ragirtin.

Bavê Sinco Abdurrahman Tahir Sinco tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Ev bi temamî şerekî taybet e ku di nava tecrîdê de tê kirin. Dewleta Tirk tecrîdeke bi heman rengî li zindana Amedê kir. Lê bi ser neket."

Sinco diyar kir ku bi tecrîdê tê armanckirin ku gelê Kurd û girtiyan ji hev cuda bikin û wiha axivî: “Dîroka gelê Kurd bi berxwedana zindanan tijî ye. Gelê Kurd û girtiyên li zindanan dê dilsoziya xwe ya bi Rêbertiya xwe re li her derê nîşan bidin."

Sinco got: "Divê em wateya tecrîdê baş fehm bikin. Felsefe û têkoşîna rêber Apo êdî ji aliyê her kesî ve tê pêşwazîkirin. Ji bo ku em dilsoziya xwe ya bi rêber Apo re nîşan bidin, divê em vê têkoşînê hembêz bikin û nîşan bidin ku em li ber grevên birçîbûnê yên li zindanan li ber xwe didin. Divê em bêhtir têkoşînê mezin bikin."

'LI DIJÎ HEMÛ ÊRIŞAN BERTEKÊN XWE NÎŞAN DIDIN'

Tahir Sinco bi bîr xist ku zext û êrişên dewleta Tirk ên li hundir û derve li ser gelê Kurd dewam dikin û got: "Armanca sereke ya dewleta Tirk tunekirin û desthiladariyê ye. Beriya du salan dîsa li dijî tecrîdê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir. Girtî li dijî sîstema tecrîdê neçar man dest bi greva birçîbûnê bikin. Ji ber ku ji dil û can bi Rêbertiya xwe ve li dijî pergala tecrîdê bertekên xwe wiha nîşan didin. "

Sinco got divê çalakî zêdetir bibin û destnîşan kir ku divê gel ji bo çalakiyên greva birçîbûnê dengê xwe bilind bike û wiha lê zêde kir: "Em hêvî dikin ku hemû cîhan ji bo girtiyan bibe deng. Ji bo rakirina tecridê li hemû qadan tê bikoşin. Ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî azadiya hemû gelan e."

ANHA