Çeteyekî "Leşkerên Roj" li Avaşînê hate kuştin

Hate ragihandin ku çeteyekî "Leşkerên Rojava" ku di êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê de cih giritibû hate kuştin.

Çeteyekî "Leşkerên Roj" li Avaşînê hate kuştin
6 tîrmeh, 2021   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyayên civakî yên Başûrê Kurdistanê, çeteyekî "Leşkerên Roj" bi navê  Rizgar Ebdulîlah Hisên ku beşdarî êrişên dagirkeriya Tirk ên li hember gerîla bûbû, hate kuştin.

Li gor agahiyên ku di medya sanal a başûrê Kurdistan de hatiye parvekirin Rizgar Hisên ji navçeya Amûdê ye, beşdarî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê bûbû û hate kuştin.

Tê gotin ku Hisên di Foca 11'an a "Leşkerên Roj" de cih digirt, ku dewleta Tirk wan perwerde dike û destekê dide. Roja kuştin wî nehat diyarkirin.