'Berxwedana me heta rizgarkirina Efrînê berdewam e'

Koçberên Efrînê yên li gundê Wehşiyê yê Şehbayê dimînin da zanîn ku hêzên Rûsyayê yên li gund dimînin berpirsê sûcên dewleta Tirk a dagirker in got, dê berxwedana xwe heta rizgarkirina Efrînê dewam bikin.

'Berxwedana me heta rizgarkirina Efrînê berdewam e'
'Berxwedana me heta rizgarkirina Efrînê berdewam e'
'Berxwedana me heta rizgarkirina Efrînê berdewam e'
'Berxwedana me heta rizgarkirina Efrînê berdewam e'
'Berxwedana me heta rizgarkirina Efrînê berdewam e'
6 tîrmeh, 2021   17:10
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Duh, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zêdetirî 8 mûşekan gundê Wehşiyê yê girêdayî navçeya Fafînê yên Şehbayê topbaran kir û zirarên madî gihandin milkên koçberên Efrînê.

Dewleta Tirk derdora mezintirîn baregeha rûsî û derdora kampa Berxwedan a haman gundî topbaran kir, lê hêzên Rûsyayê ku li herêmê garantor inbê deng man.

Di çend rojên borî de careke din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora baregeha rûsî ya li gundê Wehşiyê ku zêdetirî 15 kîlo metre dûrî eniyên şer e, topbaran kir.

Têkildarî mijarê, gelek koçberên Efrînê ji ajansa me re axivîn û da zanîn ku hêzên Rûsyayê yên li herêmê berpirsê êrişên dagirkeriyê ne.

Idrîs Şêxo got: "Nêzî 05:30 berêvarê, piştî ji kar hatibûm û li mal rûniştibûn, du mûşek li derdora mala me ketin û piştî 5 deqeyan 2 mûşekên din li dîwarê malê ketin. Di encamê de ziyan gihaşt malê û erebeya min, piştî em ji malê derketin gelek mûşekên din li malê ketin. "

Şêxo diyar kir ku dagirkeriya Tirk hewl dide herêmê ji sivîlan vala bike ku dagir bike û wiha domand: "Divê dewleta Tirk baş zanibe ku em dimînin û mûşekên wê vîna me têk nabin û derketina me ji Şehbayê dê ber bi Efrînê ve be ku piştî were rizgarkirin."

Şêniyê bi navê Henan Ebdullah wiha got: "Gelo êrişa bi zêdetirî 8 mûşekên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya derdora baregeha Rûsyayê beriya civîna Astanayê ya di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de tê çi wateyê?"

Ebdullah destnîşan kir ku hêzên li herêmê amadekariya komployeke nû li dijî kurdên  ku bi darê zorê ji warên xwe koçber bûne, dikin û hewl didin sînaryoya dagirkirina Efrînê dûbare bikin.

Ebdullah bal kişand ser daxuyaniyên cîgirê serokê Îtîlafa Sûrî Ebdulhekîm Beşar û wiha got: "Beşar îdia dike ku li Efrîna dagirkirî tu kiryar û sûc tune ne. Lê di rastiyê de sûcên revandina sivîl, jinan, desteserkirina milkên sivîlan û guhartina demografî hene. Tevahî van hemû sûcan îdia dike ku li Efrînê tu sûc tune ne."

Ebdullah wiha gotina xwe berdewam kir: "Bi dehan mûşek li derdora baregeha rûsî ketin, lê hêzên rûsî bê deng man. Ji aliyekî din ve jî hikumeta Şamê ambargoyeke tund li herêmê ferz kiriye, nahêle derman û sotemenî derbasî Şehbayê bibe. Ev siyaseteke ji hêla tevahî hêzên komploger ve li dijî Kurd e."

Fatme Hesen got, dagirkeriya Tirk bi koçberkirina şêniyên Efrînê ji warên wan bes nedît, lê belê hewl dide careke din wan koçber bike.

Fatme Hesen anî ziman ku hêzên Rûsyayê yên ku îdia dikin li herêmê garantor in, berpirsê sûcên bênavber ên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ne.

Fatme Hesen bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên têkilarî karûbarên koçberan li hember topbaranên dagirkeriyê li derdora kampa koçberan şermezar kir û eşkere kir ku ew yek sûcekî dermirovî ye.

Fatme Hesen wiha gotina xwe bi dawî kir: "Berxwedana me ya li kantona Şehbayê heta rizgarkirina Efrîna û vegera lê, berdewam e û ew xwe ji siyasetên hêzên mêtinger re danaynin, ji ber armanca wan valakirina herêmê û dagirkirina wê ye."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6Mhsahs1NcU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>