ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-07-2021'AN
4 tîrmeh, 2021   23:00

-Mîhrîcana Zarokan li Navenda Çandê ya girêdayî  Meclisa Sivîl a Reqayê dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Lihevanînek di navbera Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û malbatên qurbaniyên bûyerên dawî de tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a Qamişlo kongreyeke çapemeniyê têkildarî projeyên xwe li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Roj bi roj azara koçber û penaberên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir dibe, ji ber ku alîkarî kêm in, nexasim bi bilindbûna pileyên germahiyê re, lê tişta ku azarê zêdetir dike, berdewamkirina girtina dergeha Til Koçerê û qedexekirina derbaskirina alîkariyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Hejmareke hiqûqnas û endamên saziyên civaka sivîl ên herêma Efrînê got, daxuyaniyên Îtîlafa Sûrî û ENKS'ê yên têkildarî sûcên ku li Efrînê têne kirin ne di cih de ne û îsbat dike ku di wan sûcan de cih digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- KNK-Rojava li dijî êrişên dagirkeriyê û şerê navxweyî amadekariya komxebateke berfireh, dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku êrişên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê ji bo bidestxistina serkeftineke beriya hilbijartinên serokatiyê yên Tirkiyê ne û bang li gelê Başûr kir ku li hemberî planên dagirkeriyê bisekine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîr û endamên saziyên sivîl ên li Helebê got zîndana Îmraliyê ji bo gelê Kurd bûye navendeke berxwedan û îradeyê û rêber Abdullah Ocalan zindan veguherand navendeke ramana azad. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên ji Hesekê got berxwedana gerîla ji bo hemû gelê Kurd bûye hêviyek û ji PDK'ê xwest ku dev ji hewldanên xwe yên derxistina şerê navxweyî berde û bang li gelê Kurd jî kir ku piştgiriyê bide gerîla ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Çalakiyên roja yekemîn a hefteya çandê bi beşdarbûna komên ji Dêrikê, Koçerat, Berav û Rimêlan dest pê kir. Çalakî ji aliyê Tevgera Kevana Zêrîn a Dêrikê ve hatiye dê ji saet 06:00'an heta 21:00'an dewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mîhrîcana Kurteçîrokên kurdî li hola Zana ya bajarê Qamişlo bi belavkirina xelatan bi dawî dibe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Lîna Berekat vekişîna Tirkiye ji Peymana Stenbolê bi rewakirina sûcên li dijî jinan wesif kir û got, doza jinan nayê parçekirin û dê piştgiriyê bidin jinên li Tirkiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Çandiniyê a bajarê Tebqayê ji bo başkirina rewşa çandiniyê bi taybetî piştî daketina asta ava çemê Firatê, gelek tedbîr girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA