​​​​​​​Jinên Hesekê li dijî qetilkirina zarokê daketin qadan

Jinên Hesekê bi hemû pêkhateyên wê bi meşekê qetilkirina Îda El-Hemûdî El-Seîdo şermezar kir.

​​​​​​​Jinên Hesekê li dijî qetilkirina zarokê daketin qadan
4 tîrmeh, 2021   17:56
HESEKÊ

Bi pêşengtiya Kongreya Star bi dehan jinên bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên wê daketin qadan û qetilkirina zaroka bi navê Îda El-Hemûdî El-Seîdo ji aliyê malbata wê ve şermezar kir.

Jin li Çerxerêya Xiwêran kom bûn û alên Kongreya Star rakirin, her wiha pankartên bi nivîsên"Jin jiyan azadî, em nayên qetilkirin, Îda qurbana fikirê mêrdest e, jin jiyan e wê qetil nekin" rakirin.

Jinan sloganên"Na ji qetilkirina jinan re û banga hesabxwestina ji sûcdaran kir" berz kirin.

(eh)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/51fCBoMMDas" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>