Rêveberiya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan dewreya perwerdehiyê bi dawî kir

Dewreya perwerdehiyê ya ku ji hêla Rêveberiya Jinan ve ya girêdayî Meclisa Malbatên Şehîdan de bi navê şehîd Denîz Poyraz li bajarê Qamişlo hatibû vekirin, bi dawî bû.

Rêveberiya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan dewreya perwerdehiyê bi dawî kir
Rêveberiya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan dewreya perwerdehiyê bi dawî kir
4 tîrmeh, 2021   07:34
QAMIŞLO

Dewreya perwerdehiyê ya bi navê şehîd Denîz Poyraz, ku li goristana şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê hate vekirin, 7 rojan dom kir. Ev dewre bi armanca naskirina jin, dayik û xwişkên şehîdan bi rastiya jinan re û çawa ku jin we bihêz bikin da ku karibin li hember planên dijmin, bisekinin.

/ar/uploads/files/2021/07/04/045144_img_8556.webp

Yek ji rêveberên Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan li Qamişlo, Nejah Saîd got: "Em her tim hewceyê perwerdeyê ne da ku ramana me bêtir dewlemend bibe û em pêş bikevin, da ku em di tekoşîna xwe de karibin gelek destkeftî û serfirazî bi dest bixin."

Nejah Saîd piştrast kir ku wekî jin, dê rêya şehîdên azadiyê yên wekî Denîz Poyraz bidomînin.

(dx)

ANHA