Hunermendên Rojava: Em ê li dijî dagirkerî û hewldanên derxistina şerê hundirîn bibin mertal

Hunermendên Rojavayê Kurdistanê gotin: "Pêwîst e em rola xwe ya li hember dewleta Tirk a dagirker û hewldanên derxistina şerê hundirîn di navbera hêzên kurdî de pêk bînin û li hember pêşîlêgirtina şerê hundirîn de bibin mertal."

Hunermendên Rojava: Em ê li dijî dagirkerî û hewldanên derxistina şerê hundirîn bibin mertal
4 tîrmeh, 2021   07:13
NAVENDA NÛÇEYAN-MISTEFA ELO

Hunermendan piştgiriya xwe ji hemleya ku hunermendan li Ewropa û Başûr ragihandine nîşan da, da ku li dijî planên dagirkerî û qirkirina bi destê dewleta Tirk a dagirker a li dijî Kurdan bisekinin.

Hunermendan hewldanên derxistina şerê hundirîn ê di navbera hêzên kurdî de red kirin û da zanîn ku ew li dijî her aliyên ku xizmeta planên dewleta Tirk dikin.

ꞌGER ME XAK Û CIVAKA XWE JI DEST DA, WÊ DEMÊ TUNEBÛNA ME JI HEBÛNA ME BAŞTIR Eꞌ

/ar/uploads/files/2021/07/04/053338_nsryn-bwtan.webp

Hunermend Nesrîn Botan axivî û got: "Bi navê hemû hunermendên Rojavayê Kurdistanê em piştgiriya hunermendên li her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku ji bo banga neteweyî û yekitiya kurdî tev li hunermendên li Başûrê Kurdistanê bûn."

Nesrîn Botan ev li gotina xwe zêde kir: "Diviyabû hunermend ji her çar parçeyên Kurdistanê bihatana, me dixwest em tev li hemleya wan bibin, lê mixabin ji ber astengiyan me nikarî. Tevî vê jî em hîn hewl didin ku em bi hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê re bicivin. Di heman demê de ji bo şerê hundirîn ê di navbera hêzên kurdî de dernekeve em amade ne bibin mertal, ji ber ku xizmeta Kurdan nake û hunermend dê vê yekê qedexe bikin."

Têkildarî rola hunermendan a ji yekitiya helwesta kurdî re Nesrîn Botan wiha axivî: "Ji ber hunermend ne aliyekî siyasî ne û gotina wan di civakê de tê guhdarkirin, divê helwesta wan cuda be, hişyar bin û li dijî êrişên dewleta Tirk yekitiya xwe ava bikin. Dijminê Kurdan dewleta Tirk e ku îdîa dike ew şerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)dike, lê bawer bikin tunebûna partiyê tê wateya tunebûna Kurdan."

Nesrîn Botan bi tundî hunermendên ku dibêjin ew bê alî û serbixwe ne rexne kir û wiha dewam kir: "Di vê pêvajoyê de hunermendê serbixwe tune ye, divê em hemû xwedî helwest bin. Ji ber ger me erd û civaka xwe winda kir, wê demê tunebûna me ji hebûna me baştir e, ji ber ku mirina birûmet ji jiyana bêrûmet baştir e."

ꞌCIHÊ BÊALÎBÛNÊ TUNE YEꞌ

/ar/uploads/files/2021/07/04/053311_danysh-bwtan.webp

Hunermend Danîş Botan axivî û bal kişand ser xeteriya êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û got: "Bê guman em bi xeteriyê re rû bi rû ne, êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û yên li dijî gerîla me diêşînin."

Botan biryara PDK`ê ya derxistina şerê hundirîn rexne kir û da zanîn ku ev biryareke şerm û cihê rexnê ye, divê ew xwedî helwesteke zelal bin.

Botan destnîşan kir ku demê bêalîbûnê derbas bû û wiha dewam kir: "Biryara me, em ji pêşîlêgirtina vî şerî bibin mertal. Hunermedên ku dibêjin ew bê alî ne ew şaş in."

Danîş Botan hin kiryarên PDK`ê yên li dijî Kurdan bi bîr xistin û got: "Di 2012`yan de PDK`ê dest bi kolandina xendeqan kir û piştî çend mehan dewleta Tirk dîwar li ser sînor lêkir, çarenûsa me bi hev ve girêdayî ye, hunermendên ku parastina çand, malbat û rêûresmên xwe nekirin, ew ne hunermend in, munafiq in."

Hunermend Danîş Botan ev li gotina xwe zêde kir: "Kesên parastina Hewlêr, Şengal û Kerkûkê kir û hîn jî hin jin li gel DAIŞ`ê revandî ne, gerîla û Yekîneyên Parastina Gel bûn, divê em bi wîjdan bin. PKK’ê ji zarokên vî welatî ne, gelo çima em ji wan re dibêjin ji çiyayên Qendîlê der kevin."

Danîş Botan behsa destpêkirina hemleyeke"Sînema, şano û stranan"kir  û da zanîn ku wê ev hemele 5’ê Tîrmehê dest pê bike. Ew hemle jî li hember planên qirkirinê ye ku Erdogan û dewleta faşîst ji bo tunekirina çandê dest pê kiriye.

Botan diyar kir ku erka hunermendan a sereke ew e ku ber bi yekitiya kurdî ve biçin  û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em li hember tevahiya rêxistinên kurdî rêzdar in. Lê rêxistinên ku şerê hundirîn derdixin, em ê wan bi tundî rexne bikin û em ê sînorekî ji wan re deynin ji ber ku dem dema azadiyê ye."

Hunermendên Rojava piştrast kir ku ew li dijî êrişên dagirker û hewldanên derxistina şerê hundirîn in.

ꞌDIVÊ EM BI HÊZ Û KARÎNÊN XWE BAWER BINꞌ

/ar/uploads/files/2021/07/04/053323_syban-khlat.webp

Girêdayî mijarê hunermend Sîpan Xelat axivî û diyar kir ku gerîla ji bo hebûnê şer dike û divê hunermend û rewşenbîrên Kurd ên li Kurdistanê û li derveyî wê her wiha partî jî li dijî dagirker û planên qirkirina Kurdan piştgiriya berxwedana gerîla bikin.

Xelat ev agahî li gotina xwe zêde kir: "Di pêvajoya sedsalekê de stranên kurdî bi xemgîniyê dihatin naskirin, ji ber ku îşaret bi rewşa Kurdan a trajedîk dikir ku bi komkujiyan dagirtî bû. Lê li hemberî vê yekê hunermendên Kurd stranên serkeftina kurdî vegotin, divê berhemên me yên hunerî, stranên me û awazên wê der barê yekitî û serkeftinê de bin."

Der barê rola hunermendan de Xelat ev nirxand kir: "Dibe ku hin kes hebin nizanibin bixwînin, lê bi rêya guhdarkirina ji stranan re dibe ku rastiyê nas bikin. Di vir de rola hunermendan diyar dibe."

Sîpan Xelat bang li Kurdan kir ku li dijî dijmin baweriya xwe bi hêza xwe bînin û berdewam kir: "Dijmin hewl dide hêviyên me biçewisîne û me pêbawer bike ku em li hemberî wî bi ser nakevin, ji lew re divê baweriya me bi hêza me were."

Her wiha Xelat bang li gelê Kurd kir ku her goşeyekê veguherînin cihê nîqaşa li ser doza kurdî û pêşeroja wê, nekevin xefka lîstokên dijmin.

(eh)

ANHA