Jinên Reqa, Eyn Îsa û Hesekê xwestin ku qatilên zarok werin cezakirin

Jinên Reqa, Ey Îsa û Hesekê qetilkirina bi komî ya zaroka bi navê (A.S) li Hesekê şermezar kir û bang li rêxistinên hiqûqî  û jinan kir ku hesab ji sûcdaran bixwazin.

Jinên Reqa, Eyn Îsa û Hesekê xwestin ku qatilên zarok werin cezakirin
3 tîrmeh, 2021   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya du rojan dîmenê qetilkirina keçeke biçûk li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê hate weşandin. Keça biçûk (A. S) di xaniyeke kavilkirî de bi guleyan qetil kir. Bertekên li hemberî vê sûcê zêde dibin.

REQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zbTU2xq9F8o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi dehan endamên Kombûna Jinên Zenûbiya ên bajarê Reqa li hev kom bûn. Jinan pankartên "Ji qetilkirina jinan re na û ji tundiya li ser jinan re na" vekiribûn.

Endama Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya Sewsen El-Hesen daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye: "Komeke mêran zarokeke biçûk qetil kir, ev sûcekî hovane ye û dûrî mirovahiyê ye. Kîjan namûs e ku eşîrek behsa wê dike û hemû enerjiya xwe dixe pêşiya zarokeke temen biçûk ku tehlî û xweşiya jiyanê nas nake, ew li hemberî sûcekî hovane ne û naxwazin rastgo bin ku ew xwediyên vê pirsgirêkê ne, li gorî pîvanên paşverû wê neçar kirin ku bizewice û qanûnên navneteweyî û pîvanên olî bin pê kirin.

Heger em behsa qanûnên îslamê bikin, îslam maf daye jinan ku bêyî neçarkirin û zextê hevjînê xwe hilbijêre. Herger em li lihevkirinên navneteweyî yên mafên mirovan jî vegerin, ew jî heman tişt e mafê zewac û hilbijartina hevjînê xwe di temenê qanûnî de daye jinan."

Sewsen qetilkirina keça biçûk a li Hesekê şermezar kir û bang li  aliyên têkildar kir ku sûdaran bigirin û li gorî qanûnan wan ceza bikin.

EYN ÎSA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/k19Y06hyGCg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Eyn Îsa têkildarî heman mijarê endama Rêveberiya Kongreya Star Cîhan El-Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em adat û pîvanên paşverû ku li nêrîneke biçûk li jinê dinêre şermezar dikin, sûcekî wiha bi armanca tirsandina jinan e da ku rê li pêşiya wan venebe û banga mafên xwee nekin pê re jî mêr serdestên civakê bimînin.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û jinan hate kirin ku cezayên herî giran li sûcdarên ku ev temen biçûk qetil kir, bibirin.

Di dawiyê de jinên kantona Girê Spî soza sekna li dijî van adatan da û got, ku hişmendiya desthilatî nikare vîna wan têk bibe.

HESEKÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2b79MtndsIM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Hesekê jî bi dehan jin, di nav de endamên Kongreya Star, rêxistinên jinan û Koordînasyona Jinan a Kantona Hesekê çalakiyek li pêşiya avahiya Dîwana Edaletê li dar xist.

Di çalakiya protestoyî komîteyek hate avakirin ku ji hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah û rêvebera Kongreya Star û endama Koordînasyonê Sozdar Efrîn û Evîn Paşo pêk tê. Komîte dê daxwaznameyê pêşkêşî dîwana adaletê bike da ku hemû kesên ku beşdarî vî sûcê bûne muhasebe bikin.

Hevseroka dîwana adaletê Kesîre Nimê û parêzer Beşîra Cemaledîn û dadwera giştî ya kantona Hesekê Reşa Ehmed pêşwaziya şandeyê kir.

QETILKIRINA JINAN ZÊDE DIBE

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Ebdullah diyar kir ku di dewmên dawî de qetilkirina jinan zêde dibe û ev lê zêde kir: "Ji ber zêdebûna qetilkirina jinan nexasim a di bin navê namûsê de ku ji aliyê kesên ku xwe ji bo qetilkirina jinan veqetandin, daxwaze sereke ew bû ku dema sûcekî qetilkirinê çêbibe divê rêxistinên jinan li pêşiya serdozgeriya giştî daxwaznameyekê têkildarî sûcê qetilkirina jinan û xistina mafan pêşkêş bike."

Semer El-Ebdullah da zanîn ku ji aliyê cezayê ve divê kesên jinan qetil bikin nexasim sûcên bi îdîaya şerfê, ceza li wan were birîn.

(eh)

ANHA