Rêxistina Sara banga cezakirina kujerên Edleyê kir

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan sûcê kuştina zaroka bi nave Edle şermezar kir û banga sekna li hemberî tundiya li dijî jinan û cezakirina sûcdaran kir.

Rêxistina Sara banga cezakirina kujerên Edleyê kir
3 tîrmeh, 2021   12:08
QAMIŞLO

Rêxistina Sara bi daxuyaniyekê bûyera kuştina keça bi navê Edle li taxa Xiwêran a Hesekê şermezar kir. Koordînatora rêxistinê Reca Îsa daxuyanî li pêşiya avahiya rêxistinê ya li Qamişloyê xwend.

Jinan pankartên "Na ji tundiya li dijî jinan re”, “Bi hev re li hemberî şîdetê û sûcên li dijî mafên mirovan bisekinin" hildan.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de got: “Em bi dengekî bilind şermezar dikin û dibêjin êdî bes e zilm û sîtemkarî.”  

Rêxistinê bang kir ku hesab ji kesên sûcdar were xwestin û bang li hemû sazî û desteyên ewlehiyê kir ku li hemberî vî sûcî bê deng nemînin.

Her wiha bang li hemû rêxistinên civaka sivîl kir ku bi hev re li hemberî şîdetê bisekinin ku li dijî jinan tê kirin. Hesabê ji sûcdaran bixwazin da ku careke din sûcekî wiha dubare nebe.

Rêxistinê piştrast kir ku dê daxuyanî bibe destpêka çalakiyên jinan ên li dijî hemû cureyên şîdeta li ser jinan.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/f2gEroPPobc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>