QSD'ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kirin

QSD'ê nasnemeyên 3 şehîdan eşkere kirin û diyar kir ku 2 ji wan li derdora Eyn Îsayê û şehîdê din jî di hemleya rizgarkirina Reqayê de birîndar bûbû, şehîd bûye.

QSD'ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kirin
3 tîrmeh, 2021   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand û tê de nasnemeyên şehîdan Roj, Şoreş û Ebû Menar eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 2 şervanên QSD`ê li herêma Eyn Îsayê şehîd bûne û bi xwîna xwe nimûneyên qehremaniyê nivîsandine.

Di berdewana daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şervanê din ê QSD`ê, di dema hemleya rizgarkirina Reqayê de birîndar bûbû  û şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de QSD'ê soza şopandina rêya şehîdan nû kir û got: "Em soz didin şehîd û malbatên wan ku rêya wan bişopînin, heta ku welatê xwe ji dagirkeran rizgar bikin."

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Navê tevgerî: Roj
Nav û paşnav: Ehmed Star El-Selcan
Navê bav: Ebdulsetar
Navê dayikê: Heca
Cih û dîroka şehadetê: Depoyên Qezelî- Girê Spî, 01.07.2021

***

Navê tevgerî: Şoreş
Nav û paşnav:  Mihemed Nor Ehmed El-Ebdulah
Navê bav: Ehmed
Navê dayikê: Ferha
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa, 01.07.2021

***

Navê tevgerî: Ebû Menar
Nav û paşnav: Xalid Hisên El-Kilî
Navê bav: Hisên
Navê dayikê: Nore
Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 01.07.2021

(dm)