Bi firçeya xwe kavilên mala xwe veguherandin tabloyên hunerî

Hunermenda şêwekar Seca Mûsa piştî ku mala wê ya li Xezayê di encama êrişeke Îsraîlê de wêran bû, tirsiya, lê yekser toza xemgîniyê ji ser xwe rakir û piştî şer rawestiya, kavilên mala xwe veguherandin tabloyên hunerî yên cihêwaz.

Bi firçeya xwe kavilên mala xwe veguherandin tabloyên hunerî
3 tîrmeh, 2021   08:22
XEZA - UMER MÛSA

Di nava kavilên malê de, tabloyên hunerî yên cihêreng derdikevin. Ew tabloyên ku heta demeke kurt jî bê rih bûn, lê hunermenda şêwekar Seca Mûsa ya ji bajarê Refeh ê başûrê Xezayê bi firçeya xwe veguherand kevirên ku îşaretê bi hunera Seca û malbata wê, çîroka gelê Xezayê û rewşa wan a di rojên şer dike.

Hunermend Seca Mûsa got: "Agahiya wêrankirina zêdetirî nîvê mala malbata me, ji bo min agahiya herî giran bû."

Seca Mûsa ev li gotina xwe zêde kir: "Agahiyek xemgîniya agahiyeke din radike, rizgarkirina me li hemberî wêrankirina mala me bû, min nikarîbû yekser vegerim jiyana xwe ya beriya şer, odeya min xebatê hat hilweşandin."

Seca da zanîn ku wê biryar daye ku toza xemgîniyê ji ser xwe rake, kavilên mala xwe veguherîne tabloyên ku îşaretê bi serpêhatiya êşa wê û malbata wê dike û her kevirekî hilweşandî veguherand tabloyeke hunerî da ku ev xebat bibe şahidê wêrankirina Xezayê.

Hunermend Seca destnîşan kir ku wê biryar da ku wênexêziyê temam bike, dev ji reşbîniyê berde û got: "Min ji xwe re got ez dixwazim odeya xwe ya hilweşandî veguherînim pêşangeheke hunerî ku li şûna êş û janê hêviyê vebêje."

Seca Mûsa wiha dewam kir: "Min wateya rast a ji gelê Xezayê re di tabloyan de dît, her carê gelê vî bajarî rastî wêrankirinê tê, guman dike ku bi dawî bûye, lê careke din gur dibe û nameya xwe ya ji cîhanê re radigihîne; ew ji jiyanê hez dikin.”

Seca Mûsa eşkere kir ku wê xwest bi rêya wênexêziya li ser kevirên wêrankirî rewşa xemgîn a di encama şer de derket, biguhere û got: "Hêvîdar im gelê Xezayê dîwaran û deverên hilweşiyayî reng reng bikin û li ser wênexêziyê bikin, da ku bêhn û şeklê şer ji ser rakin û jiyan vegere wekî berê."

Seca Mûsa ev li gotina xwe zêde kir: "Hêviya min a yekane ew e ku gelê me bi aştî dijî û dûrî xofa şerê berdewam bikeve, em layiqî jiyanê ye û em ê her li ber xwe bidin. Her carê em hewl didin xwe ji şer, rageşiyan, qetilkirin û wêrankirinên berê rizgar bibin, lê em dibînin ku em derbasî şerekî nû bûne û em hêvîdar in ku ev yek bi dawî bibe."

21`ê Gulana derbasbûyî şerê li Xezayê bi agirbesta bi navbeykariya Misirê hate rawestandin. Di encama êrişên Îsraîlê de 260 filistînî bûn qurbanî, ji wan 66 zarok, 40 jin û 17 pîremêr in, her wiha li herêmên cuda yên Xezayê jî wêrankirin pêk anî.

(eh)

ANHA