Aliyê dîrokî yê tecrîdê û sîstema tecrîdê ya Îmraliyê

Tecrîd îşkenceya psîkolojîk û fîzîkî ye. Armanc ew e ku mirov ji aliyê ruhî ve bên têkbirin. Tevî ku tecrîdeke giran bi salan e li Îmraliyê tê meşandin jî, bi armanca ku rêber Abdullah Ocalan dîl bigirin, di encama têkoşînê de têk çûye.

Aliyê dîrokî yê tecrîdê û sîstema tecrîdê ya Îmraliyê
3 tîrmeh, 2021   02:00
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENÎZ

Tecrîd, ji ber ku yek ji pratîkên dermirovî ye ku ji bo serdestiya mutleq hatiye pêşxistin û diyardeyeke desthilatdariyê ye, bi rastî jî bûye înfazeke tam ku îro gihaştiye vê astê.

Li dijî kes, kom an jî gelên ku çîna desthilatdar ji xwe re wek xetere dibîne, tecrîd tên meşandin. Mînaka herî berbiçav a pratîka tecrîdê ya dema me, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan e ku 22 sal e li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin.

Her wiha sîstema tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê bi tenê bi kesekî ve sînordar nîn e. Ji ber ku gelek di şexsê rêberekî de tecrîdkirî ye û îşkence lê tê kirin. Her wiha tişta ku vê tezê piştrast dike ew e ku rêber Abdullah Ocalan ji aliyê gelê Kurd û heta gelên cîhanê ve wek rêberekî ku ji bo azadiyê şer dike, tê hezkirin.

POLÎTÎKAYÊN ŞÎDETÊ YÊN JI ÎMRALIYÊ HETA CIVAKÊ

Sîstema îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, ji girtîngeheke giravê dest pê kir, ji aliyê fîzîkî ve veguheriye tecrîda li ser tevahiya civakê. Tecrîda ku ji Îmraliyê heta Kurdistanê û ji wir jî li tevahiya Tirkiyê belav bûye, bûye siyaseta hêzên desthilatdar ên heyî.

Îro Bakurê Kurdistanê û civaka Tirkiyê di nava tecrîdeke tund de ne û êrişên faşîzan şermezar dikin. Her helwest û berteka li dijî vê jî, balkêş e ku bi rêya Îmralî û têkoşîna azadiyê ya Kurd hewla danîna pergalê li ser zemîneke çêkirî ye û ji bo ku pergal ji nû ve bê çêkirin, dibe amûr. Ji ber ku paradîgmaya siyaset, civak, kes û azadiyê ya li Îmraliyê hatiye pêşxistin, alternatîfa pergala serdest e û ji aliyê xwediyên pergalê ve wek xetereyeke mezin tê dîtin.

Rêber Abdullah Ocalan vê rewşê wiha dinirxîne; "Bi girtina min di tabûtê de, dixwazin fikir û îdeolojiya min bi tecrîda girankirî dîl bigirin."

Rêber Abdullah Ocalan di analîzeke din de li ser têkoşîna xwe ya li dijî sîstema tecrîd û îşkenceyê dibêje; “Ez di van şert û mercên îşkenceyê de dijîm û dema ku hesta xwe ya wateyê diparêzim, xizmetê ji gel re dikim û li ser navê nirxên mirovahiyê li ber xwe didim.”

Ev analîz û biryardarî balê dikişîne ser israra hêzên desthilatdar a di şertên tecrîda Îmraliyê de.

SÎSTEMA VEGUHERANDINÊ BI NÊRÎNA FÎLOZOFAN

Michel Foucault ku yek ji fîlozofên Fransî yên sedsala 20'an e, tecrîdê bi du awayan bi nav dike; "dorlêgirtin" û "karantîna".

Foucault di xebata xwe ya bi navê ‘Zayîna Zindanan’ de çîroka Dariens vedibêje. Cezayê îdamê didin girtiyê bi navê Dariens û di 2’yê Adara 1757'an de li Parîsê li ber deriyê Dêra Parîsê bedena wî parçe parçe dikin. Pirtûk bi vegotina vê bûyerê dest pê dike.

Di Serdema Navîn de ji bo hêza dêrê ji civakê re bê nîşandan, cezayên tund ên li ser bedena mirovan hatin birîn û merheleyên darvekirinê wek merasîman pêk anîn. Piştî ku dêr hêdî hêdî hêza xwe winda dike, ev îdam li ber çavê raya giştî tên kirin. Ji sedsala 18’an ve armanca sereke ya cezakirinê guheriye û ji bilî cezakirina fîzîkî, cezayê manewî zêdetir bûye. Ji bo vê jî bi taybetî pratîkên tecrîdê yên li girtîgehan zêde bûne.

Di dema qraliyetan de, girtiyan bedêla cezayên xwe bi awayekî fîzîkî dida. Li Asûr, Hîtîtî, Misir û Romayê cezayê ku dane girtiyan wek 'hîdematakke' (cezayên mecbûrî yên kar) dihatin binavkirin.  Bi xebatên temîrkirin û çêkirina rê, pir û xebitandina di kanên madenê de ceza dihatin înfazkirin. Li Yewnana Antîk kanên ku bi kar nedianîn, veguherîn girtîgehan. Girtîgeha herî navdar a Yewnanan girtîgeha bi navê "Esilis" e ku fîlozofê navdar Sokrates jî tê de hatiye girtin.

HEBÛNA GIRTÎGEHAN

Girtîgeh heta sedsala 17 'an ew cih bûn ku tê de azadiya mehkûman sînordar dikirin.

Di sala 1555’an de li Keleha Bridewellê xaniyek lêkolînê hat avakirin ku mirovên bûne sedema tevliheviya civakê tê de hatin girtin û hewl dan ji nû ve tev li civakê bikin. Ya ku di bin navê perwerde û mala kar de tê pratîzekirin, bi temamî bêhiqûqî ye. Tundî li gelek mirovan tê kirin û jiyana xwe ji dest didin. Mînak; Birca Londonê, Keleha Bastîlle ya li Parîsê û Zindana Yedîkule ya li Stenbolê. Zêdetir girtiyên siyasî di van deran de bi cih dikirin.

Di dema Osmaniyan de gelek caran bircên kelehan wek girtîgeh dihatin bikaranîn. Ji ber ku ev cihên  tarî, şil û nemdar in û ji van deran re ‘zindan’ tê gotin. Di sala 1622’yan de bi serhildaneke Yenîçeriyan Genç Osman (Osmanê Ciwan) ji text tînên xwarê û dixin Zindana Yedîkuleyê û di wir de jî tê kuştin.

Ji ber ku sîstema tecrîdê yekem car li Eyaleta Pensîlvanya ya DYA'yê hate xebitandin, navê wê bû ‘sîstema Pensîlvanyayê’. Di sala 1790’î de bi însiyatîfa Weqfa Zindanan a Philadelphiayê hate avakirin ku îro jî wek yekemîn weqfa başkirina girtîgehan tê dîtin. Di pergala Pensîlvanyayê de girtî bi şev û roj di hucreyan de ne û ji aliyê gardiyan an jî xizmên wan ve hevdîtin pê re nayên kirin. Li van girtîgehan tecrîdeke pir hişk hatiye ferzkirin, tenê destûr didan ku girtî ji bo rehabîlîteya xwe Încîlê bixwînin û li holeke biçûk bigerin. Di hin deman de jî destûr ji xizmên wan re hat dayîn ku biçin ziyaretê.

TECRÎDA ÎMRALIYÊ Û FERASETA GUANTANAMOYÊ YA DYA'YÊ

Avakirina Girtîgeha Îmraliyê bi giranî xwe dispêre feraseta DYA’yê ya li ser Guantanamoyê. Guantanamo navê pergal û zindaneke îşkenceyê ye ku DYA'yê li ser esasê 'revandina korsanwarî' li dijî dijberên xwe yên siyasî ava kiriye û tu bingeheke wê ya hiqûqî nîn e, li ser bingeha şikandina îradeya dijberên siyasî û kişandina wan a ser xeta xwe ye. DYA'yê pêşî bi 'revandina korsanwarî' a rêber Abdullah Ocalan û bicihkirina wî li girtîgeha girava Îmraliyê ev sîstem da destpêkirin û civaka navneteweyî jî ji ber ku li dijî dijberên din ên siyasî bi rêya girava Guantanamo gelek caran heman rêbaz danî holê.Lewma Girtîgeha Îmraliyê di heman demê de girtîgeha bi tîpa Guantanamoyê ya yekemîn e. Girtîgehên bi vî rengî yên ji aliyê DYA’yê ve hatine avakirin, xwedî du taybetmendiyên bingehîn in. Ya yekem li ser "revandina korsanwarî”  ye ku di raya giştî de wek girtîgehên ku "li ser avê diçin" û "difirin" tê zanîn. Ya duyemîn jî li van girtîgehan ne hiqûqa neteweyî û ne jî ya navneteweyî bi rê ve diçe.

Di van hemû pergalên girtîgehê de ya girîng ew e ku girtî demeke dirêj di hucreyên yek tîp de tên ragirtin. Bandora girtîbûna dirêj a li ser psîkolojiya mirovan bûye mijara lêkolîna zanyaran.

Bi rêbaza hucreyên tecrîdê re hişmendî û kesayetiya girtiyan bêyî ku îşkenceya fîzîkî lê bê kirin, bi parçekirinê tên tunekirin. Bandorên li ser laşê mirovan bi demê re wiha ne; sîstema reh bi temamî hildiweşe, têgîna dem û fezayê wateya xwe winda dike. Tevgerên derveyî kontrolê dest pê dikin û refleks ji holê radibin.

Nelson Mandela ku yekem serokkomarê reşik ê Komara Afrîkaya Başûr e û yek ji wan kesan e ku li dijî tecrîdê şer kiriye, di sala 1962'yan de ji aliyê rejîma Apartheid a nîjadperest ve ji ber têkoşîna xwe ya li dijî rejîma Apartheid, 27 salan li Girava Robbenê di hucreya yekkesî de tê ragirtin.  Mandela di sala 1994’an de piştî serbestberdana wî 4 sal şûnde, ji hêla gel ve hate hilbijartin. Di sala 2015 'an de du sal piştî mirina Mandela, Meclisa Giştî ya Neteweyên Yekbûyî belgeya revîzekirî wek "Qaîdeyên Nelson Mandela" ji bo bîranîna serok Mandela bi nav kir. Di nava van 122 rêziknameyan de rêziknameyên li ser bikaranîna girtiyan, lênêrîna tenduristiyê û serdanên malbatê hene.

TECRÎDA DOMDAR A ÎMRALIYÊ

Tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, 22 sal e berdewam dike. Bi tecrîda li ser civakekê re, di şexsê rêber Abdullah Ocalan de gel; desthilatdariya riziyayî hewl dide emrê xwe hinekî din dirêj bike. Ev sîstema ku êrişî her cure nirxên civakê dike, dixwaze îradeya wan bişkîne û kesên ku li ber xwe didin, bi zindanan dihêle. Her wiha cure bêhiqûqî, bêedaletî û bêexlaqiyê jî pêk tîne.

Girtîgehên li Tirkiyê êdî bûne navendên sîstema tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê û her cure sûcên li dijî mirovahiyê lê tên kirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehan jî, li dijî van kiryarên tecrîdê yên 22 salan, ji 7 mehan zêdetir e dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Çavkanî:

https://www.lekolin.org/tecrit-ile-sistematiklestirilen-iskence/

https://birikimdergisi.com/dergiler/birikim/1/sayi-136-agustos-2000/2328/tecrit-politikasi-f-tipi-ceza-ve-tutukevleri/2497