ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-07-2021'AN
2 tîrmeh, 2021   23:00

-Kongreya Star ji bo şermezarkirina sûcê qetilkirina keçekê li Hesekê, çalakiyekê li pêşiya Dadgeha Gel li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi mijara hewldanên derxistina fitneyan û bersivdayîna wê, Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê û Meclisa Leşkerî ya Hesekê civînekê ji şêx û rûspiyan li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên navçeya Dirbêsiyê bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşekê li dar dixin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Ezmûnan a Desteya Perwerdê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku sererastkirina kaxezên ezmûnan ên refên 9 û 12`an ber bi dawî ve diçe. Her wiha da zanîn ku mekanîzmaya rêveçûna ezmûnan bi awayekî baş derbas bûn û heta niha rêjeya serkeftinê a refa 12`an ji sedî 60 derbas kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Destwerdanên li dosyaya Sûriyê rewşa aborî ya li welat girantir kir. Çavdêr diyar dikin ku ambargo rewşeke wiha ferz kiriye ku li gorî berjewediyên hêzên bi nakok ên li ser hesabê Sûriyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Heke em "Îtîlafa Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Opozîsyona Sûriyê" di çarçoveyeke demekî diyar de ku girêdayî dîroka ragihanda wê û heta roja me ya îro binirxînin, wê nirxandina me kêm bimîne. (BIAnalîzkirina vê hêzê  bêyî lêkolînkirina dîroka nûjen a dewleta Tirk û siyasetên mêtîngerên Kurdistanê ya li ser parçekirina çanda herêman ava dibe, wê şaştiyeke mezin be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tecrîd îşkenceya psîkolojîk û fîzîkî ye. Armanc ew e ku mirov ji aliyê ruhî ve bên têkbirin. Tevî ku tecrîdeke giran bi salan e li Îmraliyê tê meşandin jî, bi armanca ku rêber Abdullah Ocalan dîl bigirin, di encama têkoşînê de têk çûye. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

- Şêwekar Seca Mûsa diyar kir ku dema mala xwe di encama êrişeke Îsraîlê de wêrankirî dît tirsiya, lê yekser toza xemgîniyê ji ser xwe rakir û piştî şer rawestiya, kavilên mala xwe ya wêrankirî veguherand tabloyên hunerî yên cihêwaz. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Jinên cotkar ên Dêrezorê diyar kirin ku qutkirina ava Çemê Firatê siyasetek ku dewleta Tirk bikar tîne da ku xelkê herêmê koçber bike, birçî bihêle û ewlehiya herêmê têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li bajarê Qamişlo tevgera erebeyan zêde ye, sedema vê yekê jî zêdebûna hejmara niştecihan û li bajêr hejmareke mezin ji koçberan heye, ji lew re ev diyarde derket, lê welatiyan diyar kir ku erebeyên veguhestinên giştî yên wekî basên gel û biskilêtan altirnetîfên erebeyan e û hevalên jîngehê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA