Îsal dê mazota zivistanê bi rêya kartên elektronîk bê dayîn

Hevserokê Nivîsgeha Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq El-Xelef got îsal dê mazota zivistanê bi rêya kartên elektronîk bê dayîn.

Îsal dê mazota zivistanê bi rêya kartên elektronîk bê dayîn
2 tîrmeh, 2021   02:58
REQA-EHMED ESAF

Li gorî mercên aborî ku gelê Sûriyê tê re derbas dibe, piştgiriya madeyên bingehîn yek ji wan karên herî girîng e ku Rêveberiya Xweser pê radibe. Têkildarî awayê belavkirina mazota zivistanê, hevserokê Nivîsgeha Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser Sadiq El-Xelef ji ajansa me re axivî.

Sadiq El-Xelef diyar kir ku îsal dê mazot bi rêya kartên elektronîk were belavkirin û got: "Ev kart ji hêla rêveberiya sotemeniyê ve li herêmên Rêveberiya Xweser tên derxistin, piştre bi destan radestî welatiyan tên kirin û bi wan kartan welatî dikarin berê xwe bidin her stasyoneke sotemeniyê. Li gorî vê yekê miqdara ku dixwaze li gorî hejmara kodê ya li ser vê kartê tê dayîn. Ev rêbaz nahêle sextekarî çêbe û miqdara mazota ku rojane digihêje welatiyan, diyar dibe."

El-Xelef wiha domand: "Her kartek 440 lître mazot hilgirtiye, beşa yekem 220 lître ye û ya din din jî 220 lître. Her wiha zêdetirî 12 lûleyên gaza hundir li seranserê salê dê li gorî kartê were belavkirin."

El-Xelef got mafê her malbatekê ye ku bi lênûska malbatê yan peymaneke zewacê ya ku ji hêla nivîsgehên Dîwana Edaletê ve li herêmên Rêveberiya Xweser, van kartan bi dest bixe, her wiha rewşên mirovahî jî di ber çavan re tên derbaskirin.

Hevserokê Nivîsgeha Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, diyar kir ku piştî bidawîbûna kartên sotemeniyê, dê ji bo kartên xwediyên erebeyan û diyarkirina miqdara ji her erebeyekê re amadekarî were kirin .

Sadiq El-Xelef di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku ev kart ji bo herêmê karekî erênî ye, her wiha dê karê sotemeniyê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêxistin bike.

)dx)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bbqroK4RSK0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>