Rêveberiya Xweser bi wezîra Karên Derve ya Swedê re civiya

Li ser vexwendnameyeke fermî, şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wezîra Karên Derve ya Swedê Ann Linda re civiya.

Rêveberiya Xweser bi wezîra Karên Derve ya Swedê re civiya
1 tîrmeh, 2021   21:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Şande ji Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Swed Şiyar Elî, endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD0) Elî Rehmon pêk tê û bi wezîra Karên Derve ya Swed Ann Linda re li navenda wezaretê ya li paytexta Swedê Stockholmê civiya.

Di civînê de li ser şerê li dijî terorê, piştevaniya herêmên Rêveberiya Xweser, rêbazên misogerkirina ewlehî û aramiya bi awayekî mayînde, sûcên dewleta Tirk ên li herêmêa dagirkirî, her wiha pêşdeçûnên dawî yên li Başûrê Kurdistanê û hewldana dewleta Tirk a afirandina şerê kurdî-kurdî nîqaş hatin kirin.

Wezîra Karên Derve ya Swed Ann Linda wiha got: "Em bi pêkanîna têkiliyan bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê, MSD û QSD’ê re ku rola wan a mezin di têkbirina terorê li Sûriyê û parastina ewlehî û aramiya herêmê û dabînkirina jiyana birûmet ji milyonan sûrî re kêfxweş in. Em rola wan pîroz dikin." Her wiha Ann Linda da zanîn ku pêwîst e QSD’ê tev li Koalîsyona Navneteweyî û kongreya wê bibûya, ji ber ku şirîkê wê yên bingehîn e.

Şandeya Rêveberiya Xweser behsa sûcên dewleta Tirk û siyasetên qirkirina etnîkî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir, her wiha behsa biryarên daîreya koçberiyê ya Swed ên li dijî welatiyên bakurê Sûriyê kir û got ew biryarên deradilane ne û berjewendiyên wê siyasî ne.

Di dawiyê de wezîra Karên Derve ya Swedê eşkere kir ku dê ev têkiliyên baş bi Rêveberiya Xweser re berdewam bibin û piştevaniya ji tevahî aliyan ve pêşkêş bikin.

(fr)

ANHA