Komîteya Şopandinê: Pêwîst e altarnatîfên dabînkirina avê ji Hesekê re werin dîtin

Komîteya Şopandinê ya di encama Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîrê û Firatê de hatiye avakirin civîna xwe ya asayî li dar xistin, hate gotin ku pêwîste bi lez alternatîfeke ji ava Elok re were peydakirin û av ji Hesekê re were peydakirin.

Komîteya Şopandinê: Pêwîst e altarnatîfên dabînkirina avê ji Hesekê re werin dîtin
1 tîrmeh, 2021   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Şopandinê civîna xwe ya asayî bi beşdariya tevahî endaman, Hevseroka MSD’ê Emîne Umer, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş li dar xist.

Di civînê de gelek mijarên girêdayî jiyana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêbazên derbaskirina astengiyan û pêşxistina Rêveberiya Xweser hatin nîqaşkirin.

Di civînê de xebatê komîteyê yên demên borî hatin nirxandin, heta gotin hin alî heta niha pabendî bi tu biryarên komîteyê nebûne û hate xwestin ku ku biryarên Komîteya Şopandinê pêk werin.

Di civînê de bal hat kişandin ser mijara wefata Emîn Îsa El-Elî û hate gotin ku pêwîste komîteyeke lêpirsînê were avakirin da ku bighêje encameke rast.

Her wiha hewldanên plankirî yên reşkirina saziyên Rêveberiya Xweser û binpêkirinên mafên mirovan hatin redkirin û hate diyarkirin ku divê kesên van hewldanan dikin werin muhasebekirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş biryar û tedbîrên ku heta niha pêk anîne, pêşkêş kir.

Ji wan biryaran, rêveberiyê avakirina "Komîseriya Bilind a Hilbijartinan" û Komîteya Danîna Peymana Civakî erê kir, Rêveberiya Xweser û tîmên pispor ji bo birêxistinkirina xebatên saziyan dixebite û gelek qanûnên girdayî şirîkan, îstîsmar û bace û hwd derxistin.

Têkildarî qutkirina avê li ser Hesekê jî hate gotin, pêwîste bi lez alternatîfek ji stasyona Elok re were dîtin  û av ji Hesekê re were peydakirin.  Her wiha girîngiya destekdayîna ji beşên aktîv û xurtkirina îstîsmaran hate destnîşankirin.

Çavkanî: Nivîsgeha Ragihandina MSD