Bîlançoya 3 salan a sûcên li Efrîna dagirkirî

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe li dijî şêniyên Efrînê û koçberên wê yên li kantona Şehbayê didomînin. Dagirker rojane herêmê topbaran dike û niştecihên resen ên ku li Efrîne mane tengav dike.

Bîlançoya 3 salan a sûcên li Efrîna dagirkirî
2 tîrmeh, 2021   00:34
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê bîlançoya sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  yên 3 salan ji dema dagirkirina Efrînê ve di 18'ê Adara 2018'an de ji ANHA'yê re eşkere kirin.

Rêxistinê diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê zêdetir 300 hezar welatiyên Efrînê bi darê zorê koçberî kantona Şehbayê kirin û destnîşan kir ku koçberkirin heta vê kêliyên bi rêya tengavkirina niştecihên resen ên li Efrînê mane û bicihkirina malbatên çeteyan û malbatên ji deverên din ên Sûriyê li şûna wan didome.

Li gorî rêxistinê, ji dema ku Efrîn hatiye dagirkirin ve hejmara kurdên li Efrînê mane ji sedî 23 derbas nake. Guhertina demografîk a ku ji destpêka aloziya sala 2011'an ve li Sûriyê pêk hatiye li kantona Efrînê ye. Ev guhertin bi lihevkirina di navbera Tirkiyê û hêzên navneteweyî û xwecihî de didome.

GUHERTINA DEMOGRAFÎ: ZÊDETIRÎ 400 HEZAR KES LI EFRÎNÊ HATIN BICIHKIRIN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê diyar kir ku  dagirkeran zêdetirî 400 hezar kes li gund û navçeyên Efrînê bi cih kirin, ev kes ji piraniya herêmên Sûriyê, bi taybet gundewarên başûrê Idlibê, Heleb û Xûtaya Rojhilat a Şamê anîne.

Rêxistinê bal kişand ser guhertina demografî ya plankirî ku dewleta Tirk li Efrînê dimeşîne, guhertina nav kolan, gund û deverên giştî û bilindkirina ala Tirkiyê li ser saziyan.

Rêxistinê da zanîn ku dagirkeriya Tirk navên qadên sereke yên navenda bajarê Efrînê guhertin, di nav de navê Qada Azadî kir Qada Ataturk, navê Çerxerêya Newroz kir  Selahedîn, navê Çerxerêya Wetanî kir 18'ê Adarê û navê Çerxerêya Kawayê Hesinkar kir Şaxê Zeytûnê. Têkildarî gundan jî navê gundê Qestela Miqdad veguherand Selcûq Obasî, Kotana kir Zafer Obasê û navê gundê Kurzêlê kir Cafer Obasî.

Rêxistinê diyar kir ku navên deverên stratejîk ên bi kurdî veguherandin navên Osmanî û alên Komara Tirkiyê û wêneyên Erdogan li her deverê daliqandin. Her wiha perwerdeya bi zimanê tirkî li dibistanan ferz kir û alên Tirkiyê li cihên xwendekaran xistin.

Ji wê zêdetir, afîşên bi zimanê tirkî tenê li dikan û kolanan daliqandin, her wiha pîrozgeh, mezar û deverên olî yên êzidiyan wêran kirin.

Di çarçoveyeke din de, li hemû herêmên ku dagir kirine, şêniyan neçar dikin ku nasnameyên tirkî derxin.

Ji sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku rojane pêk tînin; qetilkirin û revandina bi daxwaza fidyeyê ji malbatên wan e.

DI NAVA 3 SALAN DE ZÊDETIRÎ 7 HEZAR Û 754 HATIN REVANDIN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn –Sûriyê eşkere kir ku dagirkeran di nava 3 salan de zêdetirkî 7 hezar û 754 sivîl revandine, aqûbeta zêdetirî nîvê vê hejmarê ne diyar e. Her wiha diyar kir gelek sivîl bi armanca daxwaza fidyeyê ji malbatên wan gelek caran hatin revandin.

Der barê sûcên li dijî jinan de jî, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê qetilkirina 83 jinan belge kir, ji vê hejmarê 5 bûyerên xwekuşinê, her wiha 70 sûcên destdirêjiyê hatine kirin, ji bilî vê rojane û bi awayekî eşkere tundî li ser jinan tê kirin.

646 SİVÎL HATİN QETİLKİRİN Û 705 JÎ BİRÎNDAR KİRİN

Li gorî belgeyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, dagirkeran zêdetirî 646 sivîl qetil kirin, ji van 500 ji ber topbaranê û zêdekirî 82 sivîlan ji ber îşkenceyê hatin qetilkirin. Her wiha 705 sivîl jî birîndar bûn, di nav de 306 zarok û 216 jin in.

TALANKİRİNA XWEZAYÊ

Rêxistinê bal kişand ser talankirina xwezaya Efrîn jî û ev eşkere kir; ji destpêka dagirkirina Efrînê ve û heta niha, hêzên dagirker 327 hezar û 330 darên zeytûnan û cûreyên din qut kirin û bi êzingên wan bazirganî kirin, zêdetirî 17 hezar darên zeytûnên û darên dîtir jî şewitandin, her wiha zêdetirî 11 hezar û 600 hektar zeviyên daran şewitandin.

Li aliyekî din jî dest danîn ser bi hezaran malên sivîlên ku hatine koçberkirin , bi dehan mal kirin girtîgeh û navendên çeteyan û bi gelek malan jî bazirganî kirin.

Ji wê zêdetir dest danîn ser berhemên zeytûnan û di deriyê sînor ê Hemam ê navçeya Cindirêsê de derxistin Tirkiyê. Dewleta Tirk ev dergeh di sala 2020'î de vekir da ku derxistina zeytûnan û kel û plên ku diznîne wekî berhemên tirkî derxîne sûkên cîhanê yên mîna Spaniya û Amerîkayê.

TALANKIRINA ŞÛNWARAN

Rêxistina Mafên Mirovan ku agahiyên xwe dispêre Girînendeya Şûnwaran a Efrînê, li Efrînê derdora 96 girên dîrokî hebûn, piraniya wan hatin kolandin û talankirin.

Li gorî gerînendeyê zêdetirî 28 cihên dîrok û embar hatin xirabkirin, zêdetirî 15 mezarên olî hatin wêrankirin, her wiha gelek goristan hatin xirabkirin û yek jê veguherandin sûka sewalan.

Rêxistinê diyar kir ku dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê xeta tirênê ya ji Meydan Ekbes a li navçeya Racoyê ku di gundê Kefer Cenê yê Şêrawa û gundê Qitmê re derbas dibe rakir û firotin bazirganên Ezazê.

SÛCÊN Dİ NAVA 2020'Î DE

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê, dagirkeriya Tirk di nav de 9 jin zêdetirî 58 sivîl qetil kir, 976 sivîl revandin ku di nav de 88 jin in, her wiha zêdetirî 70 hezar darên zeytûnan birîn û bi hezaran jî ji kokê jêkirin da ku rêyeke nû di navbera Cindirêsê û Hatay ya Tirkiyê de ava bike, dîsa ji jî gelek dar şewitandin.

Derdora 50 deverên dîrokî hatin kolandin, xirabkirin û talankirin

Ji sûcên dîtir, 39 teqîn çêbûn, di encamê de zêdetirî 170 sivîl jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn.

Zêdetirî 170 mal û milkên koçberan hatin desteserkirin.

SÛCÊN Dİ 2021'AN DE

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nav 6 mehên 2021'an de 35 welatî di nav de 9 jin û 13 zarok qetil kir, 303 welatî, di nav de 25 jin û pitikek revandin.

Her wiha 13 hezar û 230 dar qut kirin û zêdetirî 5 hezaran şewitandin û zêdetirî 11 hezar dar desteser kirin.

Têkildarî cihên dîrokî jî, 13 deverên şûnwarî hatin wêrankirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn û Sûriyê diyar kir ku, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka îsla ve êrişên xwe yên li ser gundên kantona Şehba û navçeya Şêrawayê zêde kirin.

Di 23'yê Çileya îsal de li dijî 4 sivîlan, jê jinek û du zarok komkujiyeke pêk anîn.

Di 4'ê Hezîranê de dagirkeran navçeya Şêrawayê topbaran kir, di encamê de zarokekê jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn. Di 13'ê Hezîranê de careke din gundên Şêrawayê topbaran kir û 3 sivîl birîndar kirin.

(bb)

ANHA