Gundê Til Şeîr sembola hevgirtinê ye

Dîroka gundê Til Şeîr vedigere 6 hezar sal beriya zayînê. Nimûneya hevgirtina Kurd, Ereb, Suryan û Cihûyan bû. Ji kevntirîn gundewaran e û tê de yekemîn dibistan ji aliyê helbestvan Ehmedî Namî û Cegerxwîn ve hate vekirin.

Gundê Til Şeîr sembola hevgirtinê ye
Gundê Til Şeîr sembola hevgirtinê ye
Gundê Til Şeîr sembola hevgirtinê ye
Gundê Til Şeîr sembola hevgirtinê ye
Gundê Til Şeîr sembola hevgirtinê ye
Gundê Til Şeîr sembola hevgirtinê ye
Gundê Til Şeîr sembola hevgirtinê ye
Gundê Til Şeîr sembola hevgirtinê ye
2 tîrmeh, 2021   04:03
QAMIŞLO - RÊNAS REMO

Gundê Til Şeîr ji xweşiktirîn gundên herêma Sinceq a navçeya Tirbespiyê ye. Nêzî 12 km dikeve rojavayî navçeyê. Her wiha li başûrê çiyayê Bagokê ye. Çemê Qirça ji aliyê bakur heta başûrê wê derbas dike û bi girê xwe yê kevnar ku malên gund tê de ne navdar e.

Di sedsala borî de çavkaniya çand û partiyên kurdî bû. Yekemîn dibistan di sala 1950`yî de ji aliyê helbestvan Ehmedê Namî ve beriya ku helbestvan Cegerxwîn tê de bi cih bibe, hate avakirin û ji wir li parçeyên din ên Kurdistanê belav bû.

ŞARISTANIYA HESÛNAYÊ

Dîroka şaristaniya Til Şeîr vedigere şaristaniya Hesûnayê ku zanyar piştrast dikin ku ew li herêma di navbera Heleb, Amed û Mûsilê de hatiye avakirin.

Serokê şandeya lêkolînan a gundê şûnwarî Dr. Silêman Ilyas di sala 2006`an de piştrast kir ku girê şûnwarî vedigere kevntirîn şaristaniyên li herêma bakurê Mezopotamyayê û dîroka wê jî 6 hezar sal beriya zayînê ye. Bilindbûna gir nêzî 30 metre ye û dîroka wê vedigere  şaristaniya Hesûnayê.

Her wiha Dr. Ilyas ji ANHA`yê re diyar kiribû ku zêdetirî hezar girên şûnwarî li herêma Cizîrê hene û girîngiya wan mezin e, dîrok û şaristaniya gelê Kurd heye û Til Şeîr ê şûnwarî yek ji kevntirîn giran e û divê were parastin ji ber ku tê de dîrok û çandeke girîng heye.

Ilyas destnîşan kir ku vedîtinên ku şandeya wî di navbera 2006 – 2011`an de dîtin piştrast dike ku gelê herêmê ji kevntirîn û heta roja îro bêyî qutbûn li gund jiyane û mezintirîn gundê herêma Sinceq (Xelef Axa) û heta Şengalê bû.

'GEL BI TUNEBÛNA ÇANDA XWE RE TUNE DIBIN'

Dr. Silêman Ilyas destnîşan kir ku gelek gelên herêmê bi tunebûna çanda xwe re hatin tunekirin, ji ber wê jî sîstemên dagirker şerê çanda gelên herêmê kir û wiha domand: "Îro jî her kes, ji komîn heta şaredarî û rêveberiyê banga parastina van herêman şûnwarî dike, ji ber ku herêma Mezopotamyayê di cîhanê de bi herêmên xwe yên şûnwarî û dergûşa şaristaniyan li ser asta cîhanê, navdar e."

Di dema xebatê şandeyê de tiyatroyeke kevn û dîwarê parastinê, her wiha gelek parçeyên kûzxaneyan dîtin. Her wiha herêm bi kevirên spî, herî, parçeyên qermîdan hatibû avakirin û bîrek avê di gir de hate dîtin. Şandeyê nikarîbû gelên ku tê de bi cih bûne û gir ava kiribû, piştrast bike. Lê Dr. Ilyas got ew girêdayî serdema Bîzansî û heta dema îslamî ye.

JI TÎR ŞÎR BÛ TIL ŞEÎR

Yek ji kesên temenmezin ên gund ku dîroka wê nas dike, Dara Yûsif diyar kir ku gund bi niştecih û şaristaniya xwe kevnar e û di demên berê de niştecihên wê xwe dispart şivantî û sûdgirtina ji gundê Qirça yê başûrê gund. Gund bi navê Tîr Şîr dihat naskirin ji ber şîr lê pir bû lê paşê ji aliyê sîstemên dagirkerên herêmê ve kirin Til Şeîr.

Her wiha şêniyên gund heta roja îro di debara jiyana xwe de, xwe dispêrin çandinî û sewaldariyê. Gund bi axa xwe ya baş ji bo çandiniyê û avê zêde li ser asta herêma Cizîrê tê naskirin û di nava çend salên borî de bi çandiniya sebzeyên berwext tê hate naskirin.

TIL ŞEÎR SEMBOLA HEVGIRTINÊ YE

Dara Yûsif piştrast kir ku di nava 50`î salên dedsala borî de ji Kurd, Suryan, Cihû û malbateke Ereb pêk dihat. Niştecihên gund di nava jiyana hevbeş de dijiyan.

Ji sembolên hevgirtina li gund çîroka navdar a Mele Xelîle dema xwest li rojhilatê gund li ser rêya gundê Xiwêtla di bin dara tû de were veşartin û dema pirsa sedema vê xwestê kir wiha got: "Ezrayê Cihû kurt e û diçe bazirganiyê dike. Ez dixwazim pê li gora min bike da ku karibe li hespê xwe siwar bibe."

Li gorî Dara Yûsif ku helbestvan Ehmedî Namî yekemîn dibistan li herêma Cizîrê ya keç û xortan ya asta seretayî re ava kir. Di salên 50`yî de xwendekarên gundên derdorê berê xwe dida wê û yekemîn dibistan a taybet bi keçan bû.

Ji kesên ku berê xwe daye çavkaniyên Til Şeîr helbestvanê Kurd ê navdar Cegerxwîn bû. Sedema wê jî ku birayê wî Mele Xelîl li gund bi cih bûbû. Dara Yûsif got Fransiyan baregeheke leşkerî ji xwe re li gund di sala 1930`yî de ava kir.

Her wiha Til Şeîr cihê ku hemû partiyên kurdî di sedsala borî de berê xwe didan wê.

Gund heta roja îro ji aliyê malbata Yûsif Silêman, malbata Umer Îsa bi awayekî wekhev ji eşîra Hacî Silêmaniye avakirî ye. Xwe dispêrin çandinî, xwedîkirina mêşên hingiv û sewalan. Tê de gelek partiyên kurdî kom bûne û di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gund tev li şoreşê bû û ji bo parastina herêmê gelek şehîd dane.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OR9g2MkYAp0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>