​​​​​​​Ciwanên Minbicê: Em ê li hemberî êrişên dewleta Tirk bisekinin

Rêveberên Tevgera Ciwanan Şoreşger a Minbicê, destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker, bi riya êrişên xwe yên li dijî herêmê hewl dide ku ewlehî û aramiyê herêmê têk bibe.

​​​​​​​Ciwanên Minbicê: Em ê li hemberî êrişên dewleta Tirk bisekinin
2 tîrmeh, 2021   04:53
MINBIC

DewletaTirk a dagirker, di hefteyên dawî hewldanên xwe yên têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û aramiya herêmên ku di bin serweriya Rêveberiya Xweser de zêde kir.

Yek ji rêbazên şerê dewleta Tirk, zêdekirina êrişan li dijî Minbicê û gundewarê Girê Spî ye.

/kr/uploads/files/2021/07/01/201410_-.webp

Têkildarî mijarê, yek ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li Minbicê, Nasir Hesen got: "Em êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û bajarê Minbic bi taybet şermezar dikin. Em dibînin ku armanca wan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk e. "

Hesen diyar kir ku armanca qutkirina ava Çemê Firatê, hewldanên afirandina qeyranên hundirîn li herêmê û destpêkirina êrişên leşkerî, ku ewlehî û aramiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li Minbic got: "Wekî ciwan helwesta me li hember van êrişan hişk e, ji ber ku armanca van binpêkirinên ji hêla dewleta Tirk ve ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe."

/kr/uploads/files/2021/07/01/201422_-.webp

 Di heman çarçoveyê de, yek ji rêveberên Komîteya Çand û Hunerê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li Minbicê, Hisên Beqarî got: "Em tevahî êrişên Tirkiyê li dijî bajarê me red dikin û piştrast dikin ku em ê li dijî her êrişekê ku bandorê li bajarê me bike bi yek destî şer bikin."

 (dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9Tcl_9tZuFQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>