ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-07-2021'AN
1 tîrmeh, 2021   23:00

-Meclis Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Sirînê yê başûrê Kobanê kongreya xwe ya damezrîner li dar dixe, saet 09:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Li dijî Rêveberiya Xweser li her derê kampanyaya reşkirinê dan destpêkirin. Tevî ku bi rêbazên dorpêç, êriş, dagirkerî û ambargoyê ev demeke dirêj e hewl tê dayîn pergal ji aliyê dewletên herêmê ve bê astengkirin jî, pirsa ku derdikeve hol ev e; kî hewl dide çi bike?

DOSYA

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe li dijî şêniyên Efrînê û koçberên wê yên li kantona Şehbayê didomînin. Dagirker rojane herêmê topbaran dike û niştecihên resen ên ku li Efrîne mane tengav dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Şopandina çalakiyên roja duyemîn a Mîhrîcana 7’an a Kurteçîrokên Kurdî ku Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê li Qamişlo li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dîroka gundê Til Şeîr vedigere 6 hezar sal beriya zayînê. Nimûneya hevgirtina Kurd, Ereb, Suryan û Cihûyan bû. Ji kevntirîn gundewaran e û tê de yekemîn dibistan ji aliyê helbestvan Ehmedî Namî û Cegerxwîn ve hate vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca qirkirina gelê Kurd bi berxwedaneke bêhempa ya gerîlayên azadiyê rû bi rû dimîne. Ji ber vê yekê dewleta Tirk serî li rêbazên din dide ku êrişî dîrok û çanda kurdî dike û demografiya Kurdistanê diguhere. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎWAN

- Rêveberên Tevgera Ciwanan Şoreşger a Minbicê, destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker, bi riya êrişên xwe yên li dijî herêmê hewl dide ku ewlehî û aramiyê herêmê têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Hevserokê Nivîsgeha Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq El-Xelef got îsal dê mazota zivistanê bi rêya kartên elektronîk bê dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Tevî ku buhayê sewalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêm bûye, lê welatî ji ber bilindbûna buhayên goştê pez gazinc in. Qesab jî sedema vê buhabûnê dispêrin cûre û giraniya her sewalekî û sedemên girêdayî tunebûna mewsim, kêmbûna çêrgeh û buhabûna êm. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA