Dîroknas Ulagana: Divê ji malbata Barzanî re bê gotin ku gelê Kurd ji PDK'ê mezintir e

Reportaj Summay

Dîroknas Ulagana: Divê ji malbata Barzanî re bê gotin ku gelê Kurd ji PDK'ê mezintir e
29 hezîran 2021   04:25

Dîroknas Dr. Sedat Ulugana diyar kir ku dewleta Tirk a ku bi hişmendiyek kemalîst tev diğere, li dijî gelê Kurd projeya qirkirinê daye destpêkirin. Ulugana got "Divê ji endamên malbata Barzanî re yên li cem dewleta Tirk radiwestin bê gotin ku gelê Kurd ji PDK'ê mezintir e."

Dewleta Tirk ku êrişên xwe yên dagirkerî û qirkirinê li dijî Başûrê Kurdistanê didomîne, heta niha li herêmê zêdetirî 70 baregeh ava kirine û zêdetirî 30 hezar leşker lê bi cih kirine. Dewleta Tirk 600 gund vala kirin ku di êrişên xwe de gelek caran niştecihtihên sivîl kirine hedef.

Dr. Sedat Ulugana êrişên dagirkerî û qirkirinê yên li dijî Başûr wek pêkanîna siyaseta Osmanî bi nav kirin û got: "Tifaqa AKP û MHP'ê niha projeya “kûrahiya stratejîk” Ahmet Davutoglû pêk tîne. Tirkiye armanc dike ku Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dagir bike. Di vê çarçoveyê de AKP siyaseta xwe ji nû ve dîzayn dike."

Em li ser dîroka siyasî ya êriş û qirkirinê ya li ser Kurdistanê bi Dr. Sedat Ulugana re axivîn ku di EHESS (Ecole des Hautes Hautes Etudes en Sciences Sociales) a Parîsê de akademîsyen e.

Heke em êrişa dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê ji aliyê dîrokê ve binirxînin, mirov dikare çawa şîrove bike?

Nêzî hilweşîna Împaratoriya Osmanî piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, gelek dewletên Ereban tevî dagirkeriya Îngilîzan û Fransayê hatin avakirin. Îngîliz û Fransiyan nêzî 50 salan li wan herêman hikum kir. Hin bertekên li dijî vê rastiya dagirkiriyê  îro jî li herêmê hene.

Dema ku Mustafa Kemal derbasî Kurdistanê bû, nemaze tevgera xwe ya destpêkê li Erziromê da destpêkirin. Di berdêla pereyan de hin axayên Kurd û şêxên neqşîbendî (Norşîn, Kufra) xistin bin xizmeta xwe. Dewleta Tirk gelek caran propagandaya 'Ji bo parastina xaka xwe li dijî heft duwêlan şer kirinê' dike. Lê belê şerekî bi vî rengî tu carî rû neda, berevajî vê yekê li hemberî 3 gelên di nava sînorên Împaratoriya Osmanî de qirkirin pêk hat. Ev jî Ermen, Yewnan û Kurd bûn.

Di sala 1915’an de li dijî gelê Ermen komkujî çêbû. Piştre jî li ser gelê Yewnan bi heman rengî qirkirinek pêk anîn.

Di sala 1920’an de kemalîstan bi Îngilîzan re hevdîtinek pêk anî. Di vê hevdîtinê de piştre derket holê ku peymaneke veşartî hatiye çêkirin. Ev Mîsaqa Mîllî bi xwe bû ku gelekî behs pê tê kirin. Di peymanê de Mûsil hat xwestin, Fransayê jî Heleb dixwest. Dema ku van dewletan ragihand ku ew ê destekê nedin Yewnanistanê, êrişên qirkirinê yên li dijî Rûman pêk hatin.

‘DEWLETA TIRK BI ÊRIŞA DAGIRKERIYÊ POLÎTÎKAYA DERVE DÎZAYN DIKE’

Ev polîtîka ji aliyê AKP'ê ve tê nûjenkirin. Serok AKP'ê yê bere û serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu di sala 2010’an de gotina 'Kûrahiya Stratejîk' bi kar anî. Davutoglu bi vê yekê destnîşan kir ku hewl didin Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Ev fikir di sala 1990'î de aîdî Turgut Ozal bû. Jixwe AKP’ê ev fikr ji wir girt. Eniya muhafazakar a Tirkiyê li ser vê projeyê ye. Îro AKP li gorî vê projeyê siyaseta xwe ji nû ve dîzayn dike. Ya girîng ev e ku AKP dikare bi vê siyasetê bi pêş ve biçe yan na. Yek ji mijarên girîng ên vê derê ew e ku hêzên navneteweyî dê di vî alî de destûrê bidin dewleta Tirk an na û mijara duyemîn jî ew e ku gelê Kurd dê li hemberî van êrişan çawa li ber xwe bide, dê bikare pêşî li vê siyasetê bigire?

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û li ser gelê Kurd û gelên herêmê, di dîrokê de xetereyên çawa çêkirine?

Dewleta Tirk di nava sînorên xwe yên heyî de li dijî Kurdan êrişên qirkirinê dike. Mîna di Împaratoriya Osmanî de li ser asta herêmî û hem jî qirkirina komî tê kirin. Zîhniyeta kemalîst li Zîlanê jî qirkirin pêk anî û parçe bi parçe komkujiyên xwe domandin. Mesela li Dêrsimê qirkirin hebû, lê Elazîz û Erzingan ji vê qirkirinê dûr dixistin. Zîhniyeta kemalîst qirkirina qismî (parial genocide) pêk tîne. Îro bi vî rengî li dijî gelê Kurd şerek tê kirin. Bê guman gel di nava xetereyeke cidî ya qirkirinê de ye.

'DEWLETÊN MEZIN RÊBAZÊN XWE YÊN QIRKIRINÊ GUHERANDIN'

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn rengê qirkirinê jî guherî. Beriya sala 1940'î komkujiyên komî ji aliyê dewletên mezin ve hatin kirin. Di Holokostê de bi milyonan mirov hatin qetilkirin. Piştre bi windabûna sînoran, pêşketina teknolojiyê, belavbûn û xurtbûna çapemeniyê re êdî rejîmên totalîter nikaribûn komkujiyên komî pêk bînin. Lê her ku disa siyaseta jihevxistin ê û bi vî rengî dest bi meşandinê kir.

Dewleta Tirk îro Kurdên polîtîk wek terorîst dibîne ku divê bê tunekirin. Li hemberî HDP'ê yan jî tevgerên din rewş bi vî rengî ye. Kurd di têkoşîna xwe de jidil in. Projeya wan a herî mezin ew e ku li her dera Kurdistanê girtîgehên bi tîpa F ava bikin û bi şikandina îradeya mirovan qirkirinê pêk bînin. Jixwe li her derê qirkirina çandî tê kirin. Dîrok û çand tê tunekirin. Li zanîngehan beşa kurdolojiyê vedikin. Di vê beşê de xwendekaran fêrî kurdolojiyeke hevkar dikin. Ji bo ku îdeolojiya fermî ji têkoşîna azadiyê ya rasteqîn dûr bikeve, vê yekê dikin.

Dewleta Tirk dixwaze dest deyne ser tevahiya Kurdistana Başûrê. Paşxaneya vê yekê ya dîrokî divê çawa were şîrovekirin?

Kurdayetiya PDK'ê heye, lê zîhniyeteke Kurdistanê nîn e. Feraseta serdest eşîrtî ye. Kurdîniya eşîrtî di sedsala 20’an de ma. Ev nêzîkatiya eşîrî bû diyardeyeke ku pêşî li xurtbûna me, hişmendiya neteweyî û xweseriyê digire. Ev malbat hîn jî bi wê zîhniyetê radibe. Lê berevajiyê wê jî gelê Başûrê Kurdistanê li Kurdistanê difikire. Lê ev feraseta eşîrbaz her tim bi dewleta Tirk re hevkariyê dike. Ev feraset li ser esasê parastina berjewendiyên xwe ye.

Di rastiyê de malbata Barzanî rastiya dewleta Tirk pir baş dizane. Bapîrê wan Abdulselam Barzanî di 14’ê Kanûna 1914'an de ji aliyê Suleyman Nazîf ve li sûka Mûsilê hat darvekirin. Ji bo ku navê Suleyman Nazîf zindî bimîne, di serdema AKP'ê de li Enqere û Stenbolê bi dehan cih bi navê wî bi nav kirin. Lê niha malbata Barzanî, bi taybetî Mesrûr Barzanî bi dewleta Tirk re xwedî têkiliyên gelekî xurt ên aboriyê ne. Vê yekê Başûrê kiriye mêtingeha dewleta Tirk. 2 bajar hene ku girîngiyê bi Kurdistana Başûr didin; Dihok û Hewlêr. Wisa bûye ku şêniyên van bajaran êdî cihên din jî wek Kurdistan nabînin.

'HEJMARA TIRKMENAN LI BAŞÛRE KURDISTANÊ ZÊDE DIKIN'

Teorîsyenên AKP'ê di nexşeyên xwe de diyar dikin ku ji bo pêşî li êrişên hêzên navneteweyî bê girtin, ew ê bajarên nû yên Tirkmenan ji Mûsilê heta Helebê ava bikin. Dibêjin ku divê gelheya Tirkmenan li van herêman bê zêdekirin. 80 sal berê li Anatolyayê gelek kes ne Tirk bûn. Di encamê de siyaseta tirkkirinê ji wê serdemê ve ket dewrê. Nemaze li deverên ku hejmara Tirkan kêm bû, asîmîlasyon bi awayekî xurt dan meşandin. Wek mînak li Xarpêtê (Elezîz) ev yek bi giranî hatiye pêşxistin û êdî li wir dîtina Kurdan gelekî zehmet e. Ji Qefqasyayê mirov anîn û li vê herêmê bi cih kirin û kirin Tirk. Balkêş e, ev kesên paşê bûn Tirk, ji her kesî zêdetir bûne Tirk.

Dêrsim di salên 1920’î de wek paytexta Kurdan dihat dîtin. Di peyamên Elîşêr û Pîr Seyîd Riza de jî ev yek tê dîtin. Li derdora gola Wanê jî rewşa ne cuda bû. Tirk li herêmên Erdîş, Elcewaz , Tetwan û Xelatê hatin bicihkirin. Di sala 2012’an de jî Tirkmen li van herêman bi cih kirin. Di dema şerê Ukraynayê de Tirk anîn Xelatê.

Polîtîkayên bibcihkirinê ne tenê polîtîkayek e ku di serdema sîstema kemalîst de pêk hatiye, îro jî heman polîtîka ji aliyê AKP'ê ve tê meşandin. Li Efrînê jî heman siyaset heye. Efrîn bi temamî Kurd e. Li Serêkaniyê Komeleya Çeçenan hate vekirin. Li Serêkaniyê û li vê erdnîgariyê hejmara Çeçenan ji sedî 5 bû. Îro ji bo wan qada nûneriyê ava kirine, hejmara wan zêde dibe. Girê Spî jî xwedî rewşeke bi heman rengî ye. Li Rojhilata Navîn zîhniyeta Tirkan bikeve ku derê; bê mirov dike, dişewitîne û xirab dike.

‘KURDISTAN JI MALBATA BARZANΠ MEZINTIR E’

PDK van hemûyan bi kîjan berdêlê qebûl dike?

Bi baweriya min haya gelê Kurdistanê ji vê rastiyê heye. Rewşenbîrên li Başûrê Kurdistanê jî dizanin ku dewleta Tirk cihê ku ketiyê,  naterikîne. Ji ber ku dewleta Tirk hebûna xwe li ser tunekirina Kurdan ava kiriye. Tam jî wisa ye. Ji bo wan Kurdên herî maqûl, ew in ku dikarin biavêjin. Mînakên vê yên dîrokî hene. Yên ku dixwazin li dîrokê binihêrin dikarin bibînin. Bi hezaran mînak dikarin bên dayîn.

Ya rast ew e ku PDK berjewendiyên xwe li ser berjewendiyên Kurdistanê dide pêş. Maf û azadiya gelê Kurd ji aliyê PDK û malbata Barzanî ve tê tunekirin. Bêguman di nava van pêkhateyan de kesayet hene ku helwesteke kurdistanî nîşan dan. Wek mînak, Yahûb Barzanî û Edhem Barzanî li ser şopa Şêx Abdulselam in. Şêx Abdulselam welatparêzek bû û di sala 1914’an de ji bo Kurdistanê jiyana xwe da. Mesûd Barzanî û derdora wî berjewendiyên xwe danîne ser berjewendiyên Kurdistanê. Dewlemendiya wan heye ku dikarin li her derê bijîn. Ji ber vê yekê heke bi ser Kurdistanê de bigirin dê gelê Kurd çi bike? Ev rewşên girîng in. Divê raya giştî niha çi bibêje; gelê Kurd ji we, ji malbata Barzanî mezintir e.

PDK'ê gelek caran PKK'ê tawanbar kir. Hûn van tawanbariyan çawa dibînin?

Ev rewş nayê qebûlkirin. Ew her tiştî baş dizanin. Divê ji kesên di nava PDK'ê de yên dixwazin PKK ji herêmê derkeve, yên ku PKK'ê wek mafdariya dagirkeriyê bi nav dikin, bê gotin. Dema waliyê Mûsilê êrişî Abdulselam Barzanî kir, dîsa penaberiya Abdulselam Barzanî ji Colemêrgê ber bi Wanê ve bû.

Divê hûn rastiyê bizanin. Kurdistan yek e. Kurdan sînorên heyî bi xwe dernexistin holê. Em bînin bîra xwe, dema Îranê êrişî Mela Mistefa Barzanî kir, ji bo ku tev li hêza Qazî Mihemed bibe, çû Mehabadê. Wek malbatekê çûn û xwe lê girtin. Bi 3 hezar pêşmergeyî re çûn. Her wiha dema ku êriş di demên cuda de çêbûn, berê xwe dan Bakurê Kurdistanê. Heke îro hûn herin cem hin eşîrên li Agiriyê, behsa welatparêziya xwe dikin û ji me re dibêjin ku Mela Mistefa hespê xwe ji wê herêmê ber bi Sovyetan ve diajot û li wê herêmê alîkariya wî kirin

Di sala 1991’an de pêşmergeyên ji zilma Sedam reviyan, xwe li çiyayên Bakur parast. Mafê tu Kurdekî nîn e ku ji bo Kurdekî din sînoran xêz bike. Kurdistan welatê hemû Kurdan e. Dema ku wisa tê gotin divê mirov şerm bike.

Îro li Şengalê pêwîst e kesên ji her dera Kurdistanê hatine û mirine, bi bîr bînin. Mirov vê yekê dibîne. Em dizanin ku cenazeyên bi hezaran gerîlayên ji Başûr, ji Bakur, ji Rojhilat û ji Rojava, li Bakurê Kurdistanê ne. Dîsa li çar parçeyên Kurdistanê bi sedan Kurd ji bo ku li dijî Sedam li ber xwe bidin, bi pêşmergeyan re çûn şer kirin û şehîd bûn. Yên ku sînor danîne navbera vê zîhniyetê û Kurdistanê, ew in ku xiyaneta herî mezin li gelê Kurd dikin. Mafê tu Kurdekî nîn e ku Kurdekî din ji axa Kurdistanê derxe yan jî jê bixwaze ku derkeve.

Dixwazin hêzên taybet ên PDK'ê li qadên gerîla bi cih bikin. Hûn vê rewşê çawa şîrove dikin?

Ez dixwazim bi mînakekê bersivê bidim vê pirsê. Di sala 1930'î de li herêma Serhedê, serpel Kemalê Dîn hebû . Li kesên ku tev li Serhildana Agiriyê bûbûn, digeriya. Li Agiriyê yên ji şer derketin, berê xwe da gundên derdora Mûşê, teslimiyet red kirin û li ber xwe dan. Kemalê Dîn, bi leşkerên xwe re li dû wan diçe. Diçin gundê Kırımkaya yê Qereyaziyê û gundiyan li hev dicivînin, hewl didin wan bidin axaftin, lê kes naaxive. 20 gundiyan li ber dîwar kom dike û dibêje dê wan gulebaran bike. Wê demê mixtarê bi navê Cezo direve diçe cem fermandar û dibêje ew dixwaze tiştekî bêje. Cezo gundiyên li dora xwe dicivîne û dibêje heyfa guleyên dewleta me ye.

‘DIVÊ MIROV JI GELÊ XWE Û JI ÊŞA XWE ŞERM BIKE’

Mixabin yên ku îro li dijî gerîla şer kirin û bi lîstikên dagirkeran xapiyan, berdewama vê zîhniyeta Cezo ne. Skandala mixtar Cezo hê jî li Bakurê Kurdistanê tê vegotin. Divê mirov ji gelê xwe û ji êşa xwe şerm bike. Li Kurdistanê tu erdekî ku bêyî berdêla xwînê be, tu herêmeke bêyî berdêl nîn e. Wek dîroknas dibêjim; yên li hemberî gerîla xwe bi çek dikin divê ji rijandina xwînê şerm bikin û tavilê ji vê şaşiyê vegerin.