Ciwanên şoreşger: Em ê bi têkoşîn û yekitiyê rêber Ocalan azad bikin

Ciwanên Şoreşger ênherêma Firatê got "Di navbera êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan de xaleke hevbeş heye û armanca dewleta Tirk yek e; nahêle perspektîf û analîzên Rêbertî bigihêjin herêmê."

Ciwanên şoreşger: Em ê bi têkoşîn û yekitiyê rêber Ocalan azad bikin
30 hezîran, 2021   09:34
KOBANÊ

22 sal e ku rêber Abdullah Ocalan dîl hatiye girtin û hê jî bi îradeya xwe ya xurt di hundirê zindana yekkesî ya li girava Îmraliyê de li ber xwe dide. Tevî ku dewleta Tirk tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike û rê nade parêzer û malbatê ku pê re hevdîtinê pêk bînin, lê bi milyonan Kurd û dostên wan bi fikrên ku wî ve girêdayî ne û tê de xelasiya ji aloziyên ku herêm tê de fetisiye, dibînin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê nêrînên xwe der barê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de ji ANHA`yê re gotin.

Mehmûd Bozan Remê got: "Rêbertî di ciwantiyê de dest bi têkoşînê kir. Canê xwe ji bo azadiya gelê xwe yê bindest feda kir. Îro dem, dema me ye ku em bi hemû hêza xwe ji bo azadikirina Rêbertî tê bikoşin."

Mehmûd Bozan Remê wiha domand: "Em li ser felsefeya rêber Abdullah Ocalan mezin bûn. Divê em ji rêbertî fêr bibin ku çawa bi azadî bijîn û ji bilî azadiyê jî tu tiştî ji rêberê xwe re qebûl nekin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku dengê xwe bikin yek da ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku ev 22 sal e didome, bişikînin û Rêbertî azad bikin."

Şîlan Miso jî destnîşan kir aliyekî hevbeş di navbera êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de heye û yek armanca wê heye ku dixwazin gelê Kurd qir bikin.

Şîlan wiha pêde çû: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya ferzkirina tecrîda li ser rêbertî hewl dide perspektîfên Rêbertî qedexe bike. Ji bo ku em li hember vê plana dewleta Tirk bisekinin, ji me  her kesî tê xwestin ku rola xwe pêk bîne û dakevin qadan, her wiha divê Kurd xwe nespêrin tu hêzên derve, lê belê divê ji bo bidestxistina azadiya Rêbertî û azadiya xwe tê bikoşin."

Ciwana bi navê Beyda Osman jî wiha axivî: "Dewleta Tirk li Garê derbeyeke giran xwar û têk çû. Ji bo ber wê yekê ji aliyekî ve tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan girantir dike û ji aliyekî din ve jî malên sivîlan li Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Divê Kurd bibin yek û li hember dewleta Tirk bisekinin û bi yekitiya xwe tecrîdê bişkînin û rêbertî azad bikin."

Her wiha ciwanê bi navê Mehmûd Silêman ev tişt anî ziman: "Rêber Abdullah Ocalan di nava 4 dîwaran de ye û bi îradeya xwe ve girêdayî ye. Fikrên xwe dighîne gelê Kurd li her 4 parçeyên Kurdistanê. Dewleta Tirk di têkbirina îradeya mezin a rêbertî de bi bin ket. Em weke ciwan hêz û îradeya xwe ji rêberê xwe digrin. Em ê ji bo şikandina tecrîdê azadkirina Rêbertî tê bikoşin."

(bx)

ANHA