Jinên êzidî: Konferansa jinên êzidî pêngaveke birêxistinbûna jinan û parastina xakê ye

Endamên Yekitiya Êzidiyan der barê konferansa jinên êzidî de got dewleta Tirk a dagirker hewl dide cewherê jinan asîmîle bike û destnîşan kir ku konferans pêngaveke ji bo biêxistinbûna jinan û parastina xakê ye.

Jinên êzidî: Konferansa jinên êzidî pêngaveke birêxistinbûna jinan û parastina xakê ye
30 hezîran, 2021   09:20
ŞEHBA-LÎNA EL-ŞÊX-ALAN REŞÎD

Bi diruşma "Bi fikira neteweya demokratîk dê jinên êzidî yên Rojava bi ser bikevin" duh konferansa 1’emîn a damezirîner a Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava li navçeya Ehdas a girêdayî kantona Şehbayê li dark et.

Konferans bi beşdariya girseyî ya jinên êzidî yên ji Efrînê, şandeyên ji Heleb û Herêma Cizîrê, Şengal û Almanyayê dest pê kir.

Li ser girîngiya lidarketina vê konferansê, hevpyevînên taybet bi jinên beşdar re hatin çêkirin.

/ar/uploads/files/2021/06/30/064355_mjazyh-hwran.webp

Endama rêveber a Meclisa Jinên Êzidî Caziye Horan ku ji Almanyayê hatiye wiha got: "Em tev li konferansa damezrîner a li kantona Şehbayê bûn, her wiha bi sedan jinên Efrînê beşdar bûn. Em vê konferansê li jinên Efrîn û tevahî jinên êzidî pîroz dikin."

Caziye Horan wiha domand: "Ev konferans pêngaveke ji bo tevlêbkirina jinan li saziyan e ku parastina xak û êzdîxanê bikin. Ez dibêjim serî hildin, ji ber ola êzidî rastî îmhayê tê. Divê em her tim amade bin û li ser rêça şehîdan bimeşin."

Caziye Horan wiha gotina xwe bi dawî kir: "Tevahî xakên dagirkirî, jê jî Efrînê ji dagirkeriyê re namîne û em ê vegerin."

Endama Yekitiya Êzidiyan a Helebê Newroz Edo wiha got: "Di şerên li Rojhilata Navîn de, para jinên êzidî ji sûc, îmha û qetilkirinê ya herî mezin be. Bi taybet di êrişa li ser Şengalê ya 2014’an de û heta êrişên îro yên li ser Efrîn, gund û jinên wê."

/ar/uploads/files/2021/06/30/064434_nwrwz-aadw.webp

Newroz Edo li dawiyê têkoşîna jin pîroz kir û soz da ku li ser rêça şehîdan bimeşin.

SÛCÊN DAGIRKERIYÊ BI ARMANCA DÛRXISTINA ÊZDIYAN JI CEWHERÊN WAN E

/ar/uploads/files/2021/06/30/064331_bnfsh-nbw.webp

Ji kantona Şehbayê, endama Yekitiya Êzidiyan Binefş Nebo axivî û lidarxistina konferansa yekemîn li tevahî jinên êzidî yên ku bi rêya fikirê rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kirine û rola xwe di parastina civakê ji asîmîlasyonê girtine, pîroz kir.

Binefş Nebo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Tevahî qirkirinên li dijî êzidiyan li Şengal û Efrînê û guhartina demografî ya ku dewleta Tirk a dagirker li bajêr, bi taybet li gundên êzidî pêk tîne, mizgeftan ava dike, cil û ola îslamê li ser jinên êzidî ferz dike, bi armanca dûrxistina jinên êzidî ji ol û cewherê wan e."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vQnFeGvuHVU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>