'Revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê sûceke ku ji aliyê navneteweyî ve tê cezakirin`

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz ê Tebqayê, Şadî Îbrahîm piştrast kir ku revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên PDK'ê, sûceke ku ji hêla qanûna navneteweyî û mirovî ve tê cezakirin.

'Revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê sûceke ku ji aliyê navneteweyî ve tê cezakirin`
30 hezîran, 2021   02:52
TEBQA

Piştî revandina nûnerê Rêveberiya Xweser û endamên PYD'ê li balafirgeha Hewlêr ji hêla hêzên ewlekariyê yên PDK'ê, heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Ev yek rastî nerazîbûna tevahiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hat.

Têkildarî mijarê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz ê Tebqayê, Şadî Îbrahîm got çend roj piştî civîna Îtîlafê û PDK'ê di bin sîwana dewleta Tirk de, bi girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û endamên PYD'ê li Başûrê Kurdistanê encamên civînê yên destpêkê diyar bû. Ev yek di berjewendiya dewleta Tirk de ye."

Îbrahîm diyar kir ku kiryarê revandinê ku ji aliyê hikumeta Başûrê Kurdistanê hatiye kirin, hewldanên kêmkirina têkiliyên diplomatîk yên di navbera her du aliyan de ye û wiha dewam kir:"li gorî qanûna mirovahî ya navneteweyî, heke çarenûsa wan neyê eşkerekirin, dê wekî sûcek revandinê were hesibandin ku ji hêla qanûna navneteweyî ve divê were cezakirin."

Îbrahîm domand: "Em hêvîdar in ku hikûmeta herêma Kurdistanê vegere ser hişê xwe û girtiyan serbest berde. Di heman demê de, li peyman û pîvanên navneteweyî vegere û ji dewleta Tirk dûr bikeve."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BEUVwEeAkQ4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>