​​​​​​​Şivan Perwer: Qiyametek tê amadekirin, destê hev bigrin

Hunermendê Kurd Şivan Perwer anî ziman ku li ser Kurdan qiyametek tê amadekirin û got: “Bila kes xwe mezin nebîne. Ger Kurd li dijî hev şaşitî bikin wê bi rûpeleke reş têkevin dîrokê."

​​​​​​​Şivan Perwer: Qiyametek tê amadekirin, destê hev bigrin
30 hezîran, 2021   01:46
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Ji 23`ê Nîsanê ve heya niha êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Di van êrişan de PDK`ê jî cih digre û sewqiyatên leşkerî li herêmên gerîla dikin. Ev sewqiyatên leşkerî metirsiya derxistina şerê navxweyî careke din derdixe holê. Her wiha daxuniyên ji aliyê PDK`ê jî, vê rastiyê eşkeretir dike. Li dijî nêzîkatiyên PDK û êrişên dewleta Tirk li dijî Kurdan, bangên neteweyî yên Kurdan zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de, Hunermendên Kurd ên li Ewropayê li dijî tevgera PDK`ê xwedî helwest in. Yek ji wan Hunermendê Kurd Şivan Perwer der barê xeteriya derxistina şerê di navbera Kurdan de, ANHA`yê re axivî.

Şivan Perwer, diyar kir ku îro dewleta Tirk teqlîta Ertugrul, Alparslan, Osman dike û got: “Şahrezayiya Tirkan di warê mervantî de tune ye. Ger şer şahrezayî be, şahrezayiya wan şer e. Kurd gelê şunwarî ne, ji Rojhilata Navîn in û xwedanê çanda berfireh û mezin in. Zimanê kurdî gelekî dewlemend e. Lê gava ji gel re xirab hat, xwe jêr (biçuk) dît, ji xwe şerm kir û tirsiya ku wê têk here. Êdî wê ne dîrok ne jî zimanê xwe bipirsê. Tenê pariyek nan bigere ku wê îxanet û şerê hev bikin. Kurd ji berhemên civata xwe hayidar nînin. Ez şaş dimînim ku hîn em nebûne xwedî tiştek. Gelê me fedakar e û zarokên me canê xwe didin, lê ev siyaset çima nikare gel baş organîze bike?”

`ŞER ÇÊ BIBE WÊ QIYAMETEK LI SER KURDAN BE`

Perwer, diyar kir ku şerê di navbera Kurdan bêyom e û ev nirxand kir: “Ev şer Kurdan diqedîne. Dijmin baş dizane ku ger hêzên Kurd ser bingehekê werin cem hev, wê hêzêke mezin çêbibe. Lobiya Kurdan jî di cîhanê de çê bibe kes qebûl nake ku Kurd di vê rewşê de bimîne. Ger di nav hêzên Kurdan de yekitiyek çêbibe wê zora dijminan here. Tirk li ser Kurdan asîmîlasyoneke gelekî giran pêk anîne û homojenîzme digere.  Ji xwe aramancake wan ya dîrokî heye. Dibejin `Ji ber Kurdan me Heleb, Serêkaniyê, Mûsil û Kerkûk destê xwe berdaye. Ger Kurd van cihan bigirin, êdî em çûn'. Ji ber wê çi ji destê dewleta Tirk were wê bi hemû lîstokan pêk bîne. Wê dest biavejê tevgerên Kurd û kîjan tevgera Kurd nêzî wan bibe wê bixwazê li dijî Kurdan bikar bîne. Pêwîstiya Kurdan bi hevdû heye. Çi dibe bila bibe ger şerek di navbera Kurdan de çêbibe, wê qiyametek li serê Kurdan be. Gelê Kurd tu carî vê naxwazê û qebûl nake.”

`DIJMIN LI DIJÎ HEMÛ KURDAN ŞER DIKE`

Şivan Perwer, da xuyakirin ku Rojavayê Kurdistanê xizmeta hemû hêzên Kurdî kiriye û wiha dewam kir: “Tu carî Rojavayê Kurdistanê ji hêzêkî Kurd re negotiye derkevin herin derve şer bikin. Ne xweş e Başûrê Kurdistane bibejê `ev parçê mine here liparçê xwe şer bike.` Dijmin li dijî hemû Kurdan şer dike. Heman dijmin Efrîn dagir kir. Serokê wan (Yê Tirkiyê) dibejê `armanca me Tirkiya mezin e.”

Perwer, anî ziman ku qiyametek li dijî Kurdan tê amadekirin ku divê herkes hişyar be û ev nirxand kir: “Tiştê herî baş ew e ku hêzên Kurd li hev rûnin, têbigêhijin û pêşerojê bînin ber çavên xwe. Ger Kurd li dijî hev şaşitî bikin wê bi rûreşî têkevin dîrokê. Ev qet nebaş e. Tirkiye ji aliyekê de êriş dike û hin tiştan mecbûr dike, Iraq ji aliyekê xwe pêş de dibe. Qiyametek radibe, bila agahiya her kesî pê hebe. Gotinên birêz Karayilan gelekî baş in. Bi wê armancê nêzî hev bibin. Erê wê Tirkiye nerehet be, lê gelo em mecbûr in li gor Tirkan bikin? Heye ku Tirk rêya li me teng bikin em birçî jî bimînin. Lê em divê xwe nedin bin lingên Tirkan. Ji ber wê Tirk bi hêza xwe dikeve Kurdistanê. Ketine kuderê ji wir derneketine. Hêza peşmerge û gerîla bi hev re bimeşin wê hêza Kurdan mezin bibe. Gelê Kurd li cê hêviyê digere."

`TECRÛBE HENE, KURD BI SALAN TIŞT WINDAKIRIN`

Perwer, şerê di navbera dewletan û şerê navxweyî bibîr xist û got: “Di nava du dewletan de şer bibe, dewlet gelek tiştên xwe winda dikin. Şer, ji hebûnê ber bi tunebûnê ve dibe. Lê eger di nav gel bi xwe de şer çêbibe, wê demê ev têkçûn e. Di nav Kurdan de ev bûye û bi salan gelek tişt winda kirine. Niha keç û xort  û jinên Kurd bi asaleteke mezin şoreşê dikin. Mirov heyran dimîne. Di Rojhilata Navîn de ev tiştekî nû ye."

`BILA KES XWE MEZIN NEBÎNE Û JI BO ÇAR NANÊ ZÊDE ŞER NEKE`

Hunermendê Şivan Perwer, bang kir ku bila kes xwe mezin nebîne û ji bo çar nanê zêde şer neke. Perwer diyar kir, ger welat têk here wê kes nemîne û wiha dawî li axaftina xwe anî? “Ewqas şoreşa ku çêbûn û têkçûn sedem çi bû? Temamî negihiştin asta şoreşgertiya neteweyî. Hîn azadî, federasyon, serxwebûna me tine ye, em çi ji hev dixwazin? Tirkan çi da ye Kurdan? Kurd jî êdî cîhanê de berfireh dibin û çalak dibe. Tirko, sibe li welatê de tiştek çêbibe wê rewşa te ji ya Sûriyê xirabtir bibe. Dewleta Tirk bûye şerîketa mafya, faşîzm û nîjadperestî yê. Ger tu li dijî wan şer neke tê çi bike? Welatê me bihûşta me ye, gor û rûmeta me ye. Welatê me bi temamî têk here em nemînin. Bila kes xwe mezin nebîne û ji bo çar nanê zêde şer neke.”

ANHA